Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 7 Mayıs 2025

Qeyûm tayînî 3 şaredariyên HDP’ê kirin

Operasyonên qirkirina siyasî ku bi fermana AKP-MHP’ê li hemberî siyasetmedarên kurd û şaredariyan hatiye destpêkirin dewam dike. Qeyûm tayînî şaredariyên navçeyên Qelqelî û Elbak a Wanê û şaredariya bajaroka Awîskê ya navçeya Qûbîna Êlihê kirin

Ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve desteserkirina şaredariyên HDP’ê bênavber didomin. Li aliyekî hevşaredar û endamên meclisên şaredariyan tên binçavkirin û li aliyê din jî bi tayînkirina qeyûman şaredarî tên dagirtin.

Duh di encama serdagirtina malan de hevşaredarên navçeyên Qelqelî, Elbak û Bêgirî yên Wanê hatin binçavkirin. Piştî binçavkirinê hevşaredarên Qelqeliyê Dîlan Orencî û Yakup Almaç ji peywirê hatin girtin û li şûna wan qeyûm hat tayînkirin. Piştî biryarê polîsan deriyê şaredariyê şikandin û ketin avahiya şaredariya Qelqeliyê û nehiştin endamên meclisa şaredariyê bikevin avahiyê.

Hat ragihandin ku hevşaredarê Elbakê Erkan Acar ji pewyirê hatiye girtin û li şûna wî qaymeqamê navçeyê Asim Solak wekî qeyûm tayînî şaredariyê kirine. Avahiya şaredariya Elbakê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.

Eskeran bi ser şaredariyê de girtin

Serê sibehê eskeran bi ser avahiya Şaredariya Bajarokê Awîskê ya girêdayî navçeya Qûbîna Êlihê ve girtin. Eskeran şaredariyê dorpêç kir û hat zanîn ku li avahiyê lêgerîn pêk anîne. Dorpêça polîsan didome.

Dest danîn ser 27 şaredariyan

Li ser daxwaza Wezareta Karê Navxweyî bi angaşta Hevşaredar Osman Karabulut ji “Endamtiya Rêxistinê” tê darizandin ji wezîfeyê hat dûrxistin û Qeymeqamê Navçeya Qûbînê Sînan Aşci wek qeyûm hat tayînkirin.

Heta niha şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdîn jî di nav de bi giştî dest danîn 27 şaredariyên HDP’ê. WAN-ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar