Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

Cumartesi - 22 Şubat 2025

Qeyûm zilamek tayînî navenda jinan kir û piştre jî veguherand qehwexaneyê

Qeyûmê AKP’ê di sala 2016’an de Navenda Şêwirmendiyê ya Jinê ya Amîdayê ya Şaredariya Sûrê girt. Lê piştî ku HDP’ê di hilbijartina 2019’an de şaredarî bi dest xist, ev navend bi navê Navenda Şêwirmendiyê ya Jinê ya Amîda Jînê vekir. Lê careke din qeyûm li şaredariyê hate tayînkirin û qeyûm di serî mêrek tayînî vê navendê kir û piştre jî veguherand qehwexaneyê

Di sala 2016’an de gava qeyûm tayînî şaredariyên DBP’î hatin kirin, yek ji karên ewil ên qeyûman jî girtina saziyên jina bû. Yek ji van saziyan jî Navenda Şêwirmendiyê ya Jinê ya Amîdayê bû. Piştî di hilbijartina 31’ê adara 2019’an de HDP dîsa bi ser ket û Şaredariya Sûrê bi dest xist, Navenda Şêwirmendiyê ya Jinê ya Amîdayê vê carê di 20’ê Mijdara 2019’an de bi navê Navenda Şêwirmendiyê ya Jinê ya Amîda Jînê vekirin. Lê belê di 21’ê kanûna 2019’an de careke din qeyûm li şaredariyê hate tayînkirin. Qeyûm Abdullah Çîftçî berpirsyara navenedê ji peywirê girt û midûrekî mêr danî ser navendê.

Bîrsen Guneş ku beriya qeyûm bê tayînkirin seroka Komîsyona Jinan a Şaredariya Sûrê bû, têkildarî mijarê axivî. Guneş da zanîn ku di sala 2016’an de Navenda Şêwirmendiyê ya Jinê ya Amîdayê vekiribûn û lê piştî ku qeyûm hate tayînkirin, li navendê midûrekî mêr hatiye tayînkirin. Guneş wiha domand: “Lê dîsa jî me xebatên xwe domandin. Piştî hilbijartinê em careke din hatin ser peywirê û ji bo vekirina saziyên hatin girtin nîqaş hatin kirin. Me di 25’ê mijdarê de li taxa Îskenderpaşayê Navenda Şêwirmendiyê ya Jinê ya Amîda Jînê vekir.”

‘Dixwazin ked û xebatên jinan tune bikin’

Di berdewamê de jî Guneş wiha got: “Lê qeyûmê ku di 21’ê kanûna 2019’an de li şaredariyê hate tayînkirin, rojek piştre midûrekî mêr tayînî navendê kir. Xebatkarên me yên navendê jî bertek nîşan dan û îstîfa kirin. Niha jî alîgirên qeyûm ev navende kirine qehwexane. Jinên taxê li dijî vê bertek in. Jixwe tabelaya navendê jî daxistin û em nizanin çi fermiyeta wê avahiyê heye. Armanca qeyûman zelal e. Dixwazin ked û xebata jinan tune bikin û jinan hepsî malê bikin. Dê ev qeyûm biçin lê dê keda jinan û vîna gel mayînde ye.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar