Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 14 Eylül 2025

Qeyûmê Îdirê pereyên şaredariyê ji bo leşkeriyê xerç dike!

Qeyûmê Îdirê biryar da ku pereyê şaredariyê ji bo xizmeta Fermandariya Cendirmeyan a Bajar û dîwarê wê yê 57 hezar metrekare xerç bike

Piştî Wezîrê Karên Hundir qeyûm walî H. Engîn Sariîbrahîm tayînî şaredariya Îdirê ya di destê HDP’ê de bû kir, vê carê pereyê şaredariyê dixe xizmeta saziyên leşkerî û dewletê. Qeyûm ewil pirtûkxane û kompleksa werzişê ji bo rêxistinên nêzî AKP’ê xistin xizmetê. Niha jî ji butçeya şaredariyê xizmeta leşkeriyê dike. Qeyûm Sariîbrahîm, piştî tayînî şaredariyê bû, di kanûnê de bi 3 kesan civîna meclisê li dar xist. Qeyûm bi 3 endamên meclisê biryar girt ku pereyên şaredariyê ji bo dîwarê leşkeriyê yê Fermandariya Cendirmeyan a Îdirê xerç bike. Şaredariyê bi 3 kesan biryar da ku 57 hezar û 823 metrekare dîwarê leşkeriyê bi pereyê şaredariyê lêbike.

Qeyûmê Îdirê li ser nivîsa Fermandariya Cendirmeyan a Îdirê ya dîroka 25.11.2020’an û hejmara 8033801-390.99-6129659/Loj.Ş’an, di çarçoveya tedbîrên ewlehiyê de li ser Parsela Hejmar 66’an li ser eniya başûr a 57.823,65 metre kare dîwar ava bikin û vî dîwarî bi pereyên şaredariyê ava bikin.

Qeyûmê Îdirê berê jî ji butçeya şaredariye û bi pereyên şaredariyê pirtûkxaneya bajar pêşkêşî Midûriyeta Turîzm û Çandê ya Îdirê kiribû. Dîsa kompleksa werzişê ya li Kolana Mermer a Taxa Sogutlu ji bo Midûriyeta Bajar a Werzîş û Ciwanan a Îdirê tahsîs kiribû. ÎDIR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar