Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Qeyûmê Sûrê 152 milyon û 743 hezar lîre pere dizî ye

Hevşaredarên Sûrê Buluttekîn û Ozdemîr lîsteya deynên di serdama qeyûmê AKP’ê de hatine kirin, bi avahiya şaredariyê ve kirin. Li gorî lîsteyê, qeyûm 151 milyon û 743 hezar û 819 lîre deyn kiriye

Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî ku şaredariyên gel ji xespa AKP’ê derxistin, yek bi yek dizî, talan, gendelî û nelirêtiyên ku qeyûmên AKP’ê di şaredariyan de kirin bi gel re parve dikin. Yek ji van şaredariyan jî Şaredariya Sûr a Amedê ye. Hevşaredarên Sûrê deynên ku qeyûmê Sûrê kirin, weke lîsteyekî bi avahiya şaredariyê ve daliqand.

Hevşaredarên Şaredariya Sûrê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr piştî şaredarî dewr girtin, ji bo talan û rûxandinên qeyûm di serdema xwe de kirin derbixin holê, dest bi lêpirsîn û lêkolînan kiribûn.

Di destpêkê de jî ‘serşoka qral’ a ku qeyûm li avahiya şaredariyê ji xwe re çêkiribû, bi raya giştî re parve kiribûn. Hevşaredaran vê carê jî lîsteya deynê rêveberiya qeyûm bi avahiya şaredariya navçeyê vê kirin.

Li gorî lîsteyê, qeyûm 151 milyon û 743 hezar û 819 lîre deyn li paş xwe hiştiye. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar