Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Qurbaniyên Terteleya Dêrsimê hatin bibîranîn

Platforma Demokrasî û Kedê ya Dêrsimê, Komeleya Elewiyên Demokratîk û partiyên siyasî qurbaniyên terteleya Dêrsimê bi bîr anîn. Ji bo bîranînên gelek kes li Qada Seyîd Riza hatin gel hev. Di bîranînê de wêneyên qurbaniyan hatin hilgirtin û pankarta “Ma terteleyê Dersimî xo vîra nêkerd, xo vira nêkemê” hat vekirin. Li ser navê rêxistinên sivîl û partiyên siyasî daxuyaniya hevpar ku hatibû amadekirin bi dimilkî û tirkî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de pêvajoya berî terteleyê û piştî terteleyê hat vegotin û hat destnîşankirin ku plana terteleyê ji aliyê damezrînerê Komara Tirkiyeyê Mustafa Kemal ve hatiye amadekirin. Di daxuniyê de hat diyarkirin ku zihniyeta terteleyê ya demê îro ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve tê domandin û banga hevrûbûna terteleyê û lêborîna fermî li dewletê hat kirin û hat xwestin ku arşîvên terteleyê yên Serfermandariya Giştî û Meclisê bên vekirin.

Piştî daxuyaniyê serokê Baroya Dêrsimê Kenan Çîftçî axivî û qala tiştên ku di terteleyê de pêk hatine kir û daxwaz kir ku navê Dersimê û gund û mezrayên wê lê bê vegerandin û cihê gorên qurbaniyên terteleyê bên aşkerakirin.

Piştre Şaredarê Dêrsimê Mehmet Fatîh Maçoglû jî axivî û qurbaniyên terteleyê bi bîr anîn.

4’ê Gulanê roja reş e

Herî dawî jî hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar axivî. Sancar jî di destpêka axaftina xwe de Seyîd Riza û qurbaniyên terteleyê bi bîr anî û got ku 4’ê Gulanê roja reş e û piştî vê rojê bi awayekî sîstematîk bi deh hezaran jin, zarok û mêr hatine kuştin. Sancar, lêborîna serokwezîrê demê serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a di 23’ê mijdara 2011’an de bi bîr xist û diyar kir ku  derxistina heqîqetê ya holê lêborîna fermî ye.

Sancar jî daxwaza kir ku cihê gorên qurbaniyên terteleyê bên tespîtkirin û navê Dersimê û gundên wê lê bên vegerandin.

Di berdewamê de Sancar, destnîşan kir ku wê pergala înkarê biguherînin û wiha got: “Em vê pergalê qebûl nakin. Hin kes dibe ku îro derkevin bibêjin, ‘Em êşa gelê Dêrsimê parve dikin’ û tişta pêwîst nekin. Tu qîmeta vê tune ye. Heke em tev vê êşê bikin meseleya hevpar a vî welatî, bi awayekî qanûnî vê êşê nas bikin û vê vînê derxin olê em ê vê pergalê biguherînin. HDP û pêkhateyên xwe her cure têkoşînê bimeşînin. Em ê nedin jibîrkirin û heta lêborîn neyê xwestin û tiştên pêwîst neyên kirin em ê efû jî nekin. Em soz didin Seyîd Riza û hevalên wî ku em ê vê têkoşînê bidomînin û bigihînin encamê. Ev ji bo me meseleya rûmetê ye.”

Bîranîn bi dûrşmeyan ” Wê roj were dewran biguhere û kujer hesab bidin gel” bi dawî bû.

Heyeta ku tev li bîranînê bû, ji bo ku bîranînekê li wir jî pêk bîne derbasî Avzêmên Halvoriyê yên li Geliyê Mûnzûrê bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar