Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Qûrsên zaravayên soranî, hewramî û kelhurî dest pê dikin

Komeleya Lêkolînên Kurdî, bi serkeftinek nû dest bi qûrsên zaravayên kurdî soranî, hewramî û kelhurî dike

Komeleya Lêkolînên Kurdî, weke destpêkek nû dest bi qûrsên zaravayên kurdî soranî, hewramî û kelhurî yên dike. Komele di 7’ê kanûnê de, wê li ser pergala ZOOM’ê dersên onlîne bide dest pê kirin û ev qûrs dê 3 mehan dewam bike.

Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşi, diyar kir ku cara yekemîn ew qûrsên hewramî û kelhurî ve dikin û wiha got: “Heya niha hem li Tirkiyeyê û hem jî li herêmê qûrsên zaravanên wiha nehatine dayîn. Ev xebata me destpêkek nû ye. Em ê ji bo zaravên soranî û kelhurî polên cuda û ji bo kewramî jî du polan vekin. Çawa ku em dest bi qeydên qûrsan kirin, eleqeyek mezin hat nîşandan. Heya niha 300 kesî serlêdan kirin. Hîna jî qeydên me dewam dikin. Ger serlêdan zêdetir bibin, em ê polên nû vekin. Em bi 4 mamosteyan dest bi qûrsên xwe bikin.”

Li dijî bişavtinê

Sûbaşi da zanîn ku ew bi van qûrsên xwe, dixwazin pêşî li bişavtinê bigirin û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin bi qûrsên xwe pêşiya talokeyekê bigirin. Bi hewldanek taybet, tê xwestin ku kurd ji hev dûr bikevin. Em bi awayekê baş hev nas nakin. Ji bo ku em hevdu baş nas bikin, me dest bi vê qûrsê kir.”

Roj û saetên qûrsên di 7’ê kanûnê de dest pê bikin, wiha ne:

Soranî: Duşem, di navbera saetên 20.00 û 22.00’an de.

Kelhurî: Pêncşem, di navbera saetên 20.00 û 22.00’an de.

Hewramî: Rojên Sêşem û Înê, di navbsera saetên 20.00 û 22.00’an de.

Kesên dixwazin xwe qeydî qûrsan bikin dikarin ji vê linkê serlêdan bikin: https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLSf7zdgHADtCuajPpMlNPCxhHIffSRbkyouShGiydFcXGczyPQ/viewform.  STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar