Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

​​​​​​​Radyoya Dengê Civakê dê ji nû ve dest bi weşanê bike

Radyoya Dengê Cûdî ku yekem radyoya Şoreşa Rojava ye û 7 sal bûn ji ber pirsgirêkên teknîkî weşana wê sekinî bû, ji nû ve dengê xwe digihîne civakê.

Di Şoreşa Rojava de wekî qadên siyasî, leşkerî, civakî, çandî, jin, aborî, ciwan û hwd. ragihandin jî bû yek ji xebatên bingehîn û sereke. Yek ji van xebatan jî radyo bûn. Di sala yekem a şoreşê, ango sala 2012’an de yekem radyo bi navê Cûdî FM (Dengê Cudî) hat vekirin.

Dengê Cûdî di 20`ê cotmeha 2012`an li bajarê Qamişlo ji aliyê Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz ve hat vekirin. Radyoya ku bi zimanê kurdî weşand kirin, dengê şoreşê û geşedanên herêmê ragihandin. Lewma ji aliyê hemû beşên civakê ve hat ecibandin û guhdarkirin.

Dengê Cûdî wê demê ji saet 07.00`an hetanî 00:00`an di weşanê de bû. Di nava van saetan de bernameyên nûçe, civakî, hunerî, siyasî, aborî, tenduristî, zarok, jin dihatin weşandin û gilî, daxwazên gel dihatin guhdarkirin.

Navbera ji neçarî

Radyoya ku 4 salan bênavber weşana xwe domand, di 25`ê nîsana 2016`an de ji ber pirsgirêkên teknîkî û êrîşên siber ên dewleta tirk neçar ma ku navberê bide weşanê.

Piştî 7 salên navberê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, ji bo vekirina radyoya Dengê Cûdî, ji nûve dest bi xebatan kir. Li gorî agahiyên ku endamê Rêveberiya Radyoya Dengê Cûdî Egîd Tolhildan da di encama amadekariyan de pirsgirêkên teknîkî hatin çareserkirin. Piştî amadekariyan jî 6`ê nîsana 2023`yan weşana radyoyê ji nûve destpê kir. Navenda radyoyê li Qamişlo ye û weşana wê li ser pêla 101.3 li tevahiya herêma Cizîrê tê guhdarkirin. Weşan serê sibehê saet di 09.00`an destpê dike û heta 18.00`an didome.

Di nava van saetan de bernameyên bi navê “Dengê Çiya”, “Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan”, “Tenduristî”, “Muzîk”, “Çand û Dîrok” û “Çîrok” tên weşandin. Her wiha bi zimanê erebî û kurdî nûçe tên dayîn.

Weşana radyoyê li ser hesabên medya dîjtal jî tê dayîn.

Egîd Tolhildan destnîşan kir ku ew ê di demên pêş de naverok û tora weşanê mezin û berfirehtir bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar