Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya 28’ê Kanûnê bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Şandeyê piştî hevdîtinê di 29’ê Kanûnê de fikir û nêrînên Rêber Apo bi daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re parve kirin. Rêber Apo di hevdîtinê de li ser 7 xalan rawestiya bû û destnîşan kiribû ku ew ji bo çareseriyê ji gav avetinê re amade ye. Peyama Rêber Apo di rojevê de ye û nîqaş û nirxandinên peyamê berdewam dikin.
Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan ku demekê parêzertiya Rêber Apo kiribû tekildarî peyamê ji Ajansa Welat re axivî. Newroz Ûysal Aslan anî ziman ku demeke dirêj bû ew li benda hevdîtineke bi Abdullah Ocalan re bûn û wiha got: “Neçareserkirina pirsgirêka Kurd, aloziyên li Rojhilata Navîn û tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bi hev re giredayî ne. Ji meha Cotmehê ve nîqaşên bi vî rengî hebûn. Her tim daxwaza me bû ku bi awayekî asayî em bikarin biçin hevdîtinê bi birêz Abdullah Ocalan re pêk bînin. Ji ber wê jî ew hevdîtin ji bo me xwedî girîngiyeke mezin û dîrokî ye. Em gotinên birêz Abdullah Ocalan ên hem li ser rewşa Tirkiyeyê, Kurdistanê, Rojhilata Navîn û hem jî tekiliyên Tirk û Kurdan peyameke weke rênîşanek dibînin. Di nav van 7 xalan de jî em dibînin ku birêz Abdullah Ocalan amade ye, kûr bûye û dixwaze bi awayekî aştiyane pirsgirêk bê çareserkirin. Israra birêz Abdullah Ocalan a çareserkirina pirsgirêkê diyar e. Lê di nava vê pêvajoyê de muxatap tên guherandin û siyaset, hez û nezikatî li Rojhilata Navîn û bigiştî cihanê diguherin lê rastiyek heye ku hewcedarî û pêwistiya mezin çareserkirina pirsgirêka Kurd e.
Newroz Uysal Aslan bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û serîledanên parêzeran û axaftina xwe wiha qedand: “Di pergala tecrîda li Îmraliyê hatiyê avakirin de xaleke wê çiqas siyasî û polîtîk be xaleke we jî hiqûqî ye. Ji ber ku dewlet di van 25 salan de hem di nenaskirina pirsgirêka Kurd de hiqûq weke amûr bikaraniyê û hem jî di tecrîda Îmraliyê de hiqûqa navxweyî û ya navdewletî bikaranî ku ewqas sal in tecrîd berdewam dike. Erê raste hevdîtinek pêkhat. Peyama Abdullah Ocalan gihîşt gelan. Ew peyam bû bêhnek û hêviyek. Lê nayê wê wateyê ku tecrîd di asta siyasî de ji holê rabû ye. Di asta siyasî û hiqûqî de rakirina tecridê bi azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan re pêkane. Hevdîtin heke di asta siyasetê de derî vêbibe jî weke di sala 2013 û 2015an de divê dersek wan deman bê girtin û mafên birêz Abdullah Ocalan ên hiqûqî ne mijara bazarê ne. Heke dewlet li ser Îmraliyê tekiliyek û guhertinekê datînê divê mafê birêz Abdullah Ocalan a hevdîtina parêzer û malbat, telefon, name û hemû tekiliyên derve bi awayekî asayî û hiqûqî bi cih were. Ji ber ku tecrîd 2 alî dimeşe. Yanî hertim qenalek di navberê de heye. Dengê birêz Abdullah Ocalan bi qeneleke digihêje gel.”
Newroz Uysal: Ji bo pêşîgirtina li aloziyan pêdivî bi fikrên Abdullah Ocalan heye