Şandeya navneteweyî di 3’ê Kanûnê de ji bo bi Rêberê GelanAbdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne hat Tirkiyeyê û serî li Wezareta Edaletê da. Serokwekîla Koma Partiya Komunîst a Fransayê ya Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê Raphaelle Primet di nava şandeyê de cih digire. Raphaëlle Primet bi bîr xist ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) girtina heta hetayî ya bêyî derfeta serbestberdanê wekî “binpêkirina qedexeya îşkence û muameleya xerab” nirxandiye û biryara “mafê hêviyê” yê Rêber Apo daye. Raphaëlle Primet anî ziman ku di vê çarçoveyê de “mafê hêviyê” yê Rêber Apo hatiye binpêkirin û got ku ew ji bo azadiya Rêber Apo her tim di rêfên herî pêş de cih digirin.
Raphaëlle Primet bal kişand ser rola Rêber Apo ya di çareseriya pirsgirêka kurd de û got: “Birêz Ocalan ji bo çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurdistanê şexsiyeteke bêhempa ye.” Raphaelle Primet 7 xalên peyama Rêber Apo bibîr xist û got ku ji ber vê êdî dem hatiye Rêber Apo serbest bê berdan. Raphaelle Primet bilêv kir ku demildest pêdivî bi statuya Kurdistanê heye û got ku heya aştî çênebe ne demokrasî ne aramî û ne jî istiqrara siyasî wê çênebe.
Raphaelle Primet bi bîr xist ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî pêkanîna biryara mafê hêviyê ya DMME’yê ya der barê Rêbe Apo de bi şert ve girêdaye û got: “Serdana Îmraliyê di rewşeke wiha de ku têkiliyên rêxistinên Kurdan û dewleta Tirk çareser bûn de çêbû. Bêguman ev biryar ji aliyekê ve ji ber fikarên hilbijartinê û ji aliyê din ve jî ji ber zextên navneteweyî yên gel û dewletên ku pêwîstiya wan bi kurdan heye, çêbû. Her wiha bandora kampanyaya ku ji bo azadiya Ocalan û şermezarkirina girtina wî di sala 2023’yan de hat destpêkirin jî heye.”
Raphaëlle Primet diyar kir ku divê kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” berdewam bike û got:, “Ji 10’ê Cotmeha 2023’yan û vir ve li zêdetirî 100 welatên cîhanê kampanyayek hemwext hatiye destpêkirin. Ne tenê Kurd, di heman demê de gelek sendîka, rêxistinên siyasî, hawirdorparêz, femînîst, rêxistinên sivîl, kesayetên giştî û hunermend jî bi her awayî bi awayekî aktîf beşdarî vê yekê dibin û zextê li hikûmeta me ya li Fransayê dikin da ku taahudekê bide.”
Raphaëlle Primet diyar kir ku ew ji bo serbestberdana girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê têdikoşin û got: “Em careke din piştgiriya xwe ya bênavber ji bo têkoşîna wan a edalet û demokrasiyê tînin ziman. Her wiha em bang dikin ku PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin.”
Raphaëlle Primet diyar kir ku ev êrîş li dijî nirxên gel tên kirin û got: “Ev gef ne tenê li gelê Kurd, li nirxên bingehîn ên azadî, demokrasî û wekheviyê yên ku Rojava temsîl dike jî tên xwarin.” Raphaëlle Primet bal kişand ser êrişên li ser Bendava Tişrînê jî û got: “Ji niha ve gelek çavdêr radigihînin ku bi armanca qirkirina gelê kurd tê kirin. Bi hezaran kurd direvin, ji niha ve li Til Rifet û Şehbayê komkujî dest pê kirine. Li kantonên Rifat û Şehbayê mal û milk hatin desteserkirin, tundiya zayendî û revandin çêbû. Em ji sûcên hatine kirin agahdar in û em wan şermezar dikin.”
Raphaëlle Primet anî ziman ku sedemên bêdengiya welatên Ewropayê li hemberî tecrîd û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koçberî, têkiliyên bazirganiyê yên bi Tirkiyeyê re û endamtiya Tirkiyeyê ya NATO’yê ye. Raphaëlle Primet ku bêdengiya welatê xwe Fransayê bi tundî rexne kir û wiha got: “Gava mijar dibe Fransa, hevpariya wê ya sûc diyar e. Li ser axa Fransayê 6 cînayetên siyasî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin kirin. Erka Fransa ye ku Kurdan biparêze. Li gorî peymanên hevkariyê yên dualî, çalakvanên Kurd ên ku li Fransayê penaber bûne, radestî Tirkiyeyê tên kirin û li Tirkiyeyê ew tenê ji ber parastina mafên xwe yên çandî û nasnameya Kurdî tên cezakirin.”