Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Rapora ÎHD’ê: Mafên girtiyan tê binpêkirin

Li gorî “Rapora Sala 2021’an a Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn” a ÎHD’ê mafê tenduristiya 150 girtiyan hatiye binpêkirin û 74 girtî jî bi îşkenceyê re rûbirû mane.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê bi civînek çapemeniyê, “Rapora Sala 2021’an a Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn” ji raya giştî re eşkere kir. Civîn li avahiya ÎHD’ê hat lidarxistin. Rapor di encama serlêdan û hevdîtinên ji 35 girtîgehên cuda hatiye amadekirin. 287 serlêdanên ji girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn ên sala 2021’an û ji girtîgehên din jî 22 serlêdan bi giştî 309 serlêdan di raporê de cih digirin.

Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen raporê xwend. Çevîrmen diyar kir ku di sala 2021’an de li girtîgehên cuda herî kêm 52 girtî jiyana xwe ji dest dane. Çevîrmen bi bîr xist ku girtî ji bo bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û tecrîda li Îmraliyê di 27’ê Mijdara 2020’an de greva birçîbûnê ya bêdawî û bi dorveger hatibû destpêkirin, di 12’ê Îlona 2021’an de di roja 290’emîn de hat bidawîkirin. Çevîrmen destnîşan kir ku mafê tenduristiya 150 girtiyan hatiye binpêkirin û 74 girtî jî bi îşkenceyê re rûbirû mane û 129 girtî bi darê zorê sewqî girtîgehên cuda hatine kirin. Çevîrmen got îşkence û muameleya xerab li girtiyan hatiye kirin û ev hêj didome. Çevîrmen da zanîn ku sîxurtî jî li girtiyan tê ferzkirin. Çevîrmen diyar kir ku li girtîgehan pirtûk û nameyên kurdî qedexe bûn û ev qedexe hêj didome.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar