Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Rêber Apo: Dem dema aştî û demokrasiyê ye

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di hevdîtina duh de diyar kir ku jinûvexurtkirina biratiya Tirk-Kurdan ji bo diyarkirina qedera hemû gelên herêmê pir girîng e û wiha got: “Ez amade me ku gava erênî biavêjim û bangawaziya pêwîst bikim. Ji bo Tirkiye û herêmê dem dema aştî, demokrasî û biratiyê ye.”

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder duh li Îmraliyê bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku; “Me di 28’ê Kanûna 2024’an de li Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtineke berfireh li dar xist. Rewşa wî ya tenduristiyê baş bû, moralê wî pir baş bû. Nirxandinên wî yên ji bo çareseriya mayinde ya pirsgirêka Kurd pir jiyanî bûn. Di hevdîtinê de geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê hatin nirxandin. Birêz Ocalan, li dijî senaryoyên pêşeroja tarî yên tên ferzkirin, pêşniyarên çareseriyê yên erênî pêşkeş kir.”

Di daxuyaniyê de nêrînên Rêber Apo wiha hatin parvekirin:

“* Jinûvexurtkirina biratiya Tirk-Kurdan biqasî berpirsyartiyeke dîrokî, di heman demê de ji bo diyarkirina qedera hemû gelan diyarker e, girîng û mijareke lezgîn e.

* Ji bo pêvajo bi ser bikeve, hemû derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê bêyî ku bikevin nava hesabên demkî û teng, hewceye înîsiyatîfê li xwe bigirin, çêker nêz bibin û ji hêla erênî ve sûdewer bin. Ev yek pir girîng e. Bêguman yek ji zemînên vê sûdeweriyê ya herî girîng jî dê TBMM be.

* Geşedanên li Xeze û Sûriyeyê nîşan dan ku çareseriya vê pirsgirêka ku bi mudaxileyên derve re her ku diçe bêhtir kûr dibe, ketiye rewşeke wisa ku nabe ku êdî were taloqkirin. Di çarçoveya vê micidahiyê de, ji bo ev xebat were biserxistin, piştevanî û pêşniyarên muxalefetê binirx in.

* Ez jî xwedî wê zanebûn û biryardariyê me ku ji hêla erênî ve piştgiriyê bidim paradîgmaya ku birêz Bahçelî û birêz Erdogan hêz didinê.

* Şande dê vê nêzikatiya min hem bi dewletê re hem jî heke hewce bike dê bi derdorên siyasî re parve bike. Di vê çarçoveyê de, ez amade me ku gava erênî biavêjim û bangawaziya pêwîst bikim.

* Ev hewldanên me tevek dê welat bigihijîne asta heq dike û di heman demê de ji bo veguherîneke demokratîk jî dê bibe rênîşaneke pir bi nirx.

*Ji bo Tirkiye û herêmê dem dema aştî, demokrasî û biratiyê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar