Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in di pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de tê girtin. Rêber Apo piştî 43 mehan yekem car bi biraziyê xwe Omer Ocalan re di 23’yê Cotmehê de hevdîtin pêk anî. Endamên heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder jî piştî 9 salan şûnde di 28’ê Kanûna 2024’an de çûn Îmraliyê. Rêber Apo di peyamên ku şand de, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd balkişand ser tevlibûna aliyan û girîngiya parlamentoyê. Her wiha balkişand ser avabûna têkiliyên Kurd-Tirk û diyar kir ku çareserî ferz e.
Endama Komîteya Piştevaniya Kurdistanê Sarah Glynn der barê peyama ku Rêber Apo şandiye û rola wî ya di çareseriyê de axivî. Sara Glynn got hevdîtinên hatine kirine mafê mirovan a esas e û ya normal jî ev e. Sara Glynn wiha got: “Ev serdan nikarin wek destûr bê nirxandin. Birêz Ocalan ji mafên hevdîtinê yên di qanûnan de derbas dibin bêpar hatiye hiştin. Li gorî daxwaza dewleta Tirk, serdan nehatine pêkanîn. Her wiha dewleta Tirk ger ku di muzakereyan de cidî be divê bi rêk û pêk hevdîtin pêk bên.”
Sara Glynn diyar kir ku Rêber Apo xwedî rolek girîng e û wiha dirêjî dayê: “Planên tasfiyeyê yên Tirkiyeyê têk çûne. Birêz Ocalan ne tenê ji ber fikr-nêrîn û paradîgma xwe di heman demê de baweriya milyonan Kurdan qezenc kiriye û ji bo muzakereya aştiyê xwedî rolek girîng e. Ji bo çareseriya demokratîk a pisgirêka Kurd, ji bo pevçûn ji holê rabin wê qad vebe.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Sara Glynn danî ziman ku Tirkiye naxwaze Kurd li Rojhilata Navîn bibe xwedî statu û wiha dirêjî dayê: “Tirkiye bi fikar e ku Kurd derfetan bidest bixin. DYA û Îsraîl dikare tercîha xwe li alî avakirina Kurdistanek serbixwe bike. Ev ji bo Tirkiyeyê karesat e. Ji ber vê dibe ku nekevin riyeke wisa bi rîsk. Peyamên ji Îmraliyê hatine girîng in. Tevlêkirina parlementoyê ya pêvajoyê wê alîkariya muzakereyên serketî ya danûstandinan bike û wê nehêle ku hikûmet ji bo berjewendiyên xwe pêvajoyê xesp bike. Ev dê ji salên 2013-15’an cudahiyek girîng be. Abdullah Ocalan xwedî li yekitiya Tirk û Kurd derdikeve. Abdullah Ocalan ji bo pêvajoyê hemû îradeya xwe daniye holê.”
Sara Glynn destnîşan kir ku ev pêşketîn ji bo ku pêvajo wek pêvajoya aştiyê bê binavkirin gelek hîna zûye û wiha domand: “Tirkiyeyê hîna ev wek çareseriyek rast negirtiye dest. Berjewendiya wan tenê pêşî li serbixwebûna Kurdan girtine û tasfiyekirina PKK’ê ye. Ji ber vê jî pêvajo hîna di astek pir zû de ye. Divê Tirkiye nîşan bide ku ev pêvajoyeke rastîn e. Divê wek siyasetmedarên DEM Partiyê ew jî pêvajoyê cidî bigirin û baldar bin. Divê em ji bo azadiya Birêz Ocalan û çarseriyeke aştiyane xebatên xwe û zextên xwe bidomînin. Divê em tevgereke aştiyê ya berfireh ava bikin.”