Têkiliyên siyasî yên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û şandeya pê re li Başûrê Kurdistanê 4 rojan berdewam kir. Heyetê serdana Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Kubat Talabanî, Endama Dîwana Serokatiya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ahmet û Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û di her rawestgehê de bi coş û kelecanekê hate pêşwazîkirin.
Piştî van hevdîtinan dema em vegeriyan Tirkiyeyê, gelê Kurd û aliyên demokratîk ên alîgirê çareseriyê ji naveroka hevdîtinê zêdetir li ser hest û ramana parçeyê din, gelê Başûr meraq kir. Çawa pêşwaziya we kirin? Gelo dê gel piştgiriyê bide aştî û çareseriyê û pirseke din jî ev bû “Gelo PDK wê biguhere û ji bo yekîtiya neteweyî têbikoşe?” Li hemberî pergala ku hemû emperyalîst li hev kom bûne, gelan parçe parçe dikin û her yek ji wan li cihekî bi cih dikin, careke din derket holê ku di vê pêvajoyê de ya herî zêde pêwîst e, yekîtiya neteweyî ya ku Rêber Apo di her du hevdîtinan de anî ziman e.
Ji konvoya protokolê ya li Hewlêr û Silêmaniyê bigire heta kesên li cihê ku em lê dimînin dixebitin û rojnameger her kes bi kelecan bû û hêviya çareseriyê ji aliyê gelê Kurd ve bi hev re hebû. Hem PDK’ê û hem jî YNK’ê di danûstandinan de helwestek erênî nîşan dan. Da ku pêvajoya di dîrokê de, êdî bibe aştî û yekîtiya neteweyî. Her wiha di daxuyaniyên xwe de diyar kirin ku ew ê piştgiriyê bidin nexşerêya ku Rêber Apo pêşkêş bike. Helbet her çiqas di warê pêkanînên li qadan pêvajoyên “birakujiyê” hebin jî, hêviyek heye ku êdî aktorên siyasî di asta siyasî de jî li gorî yekîtiya neteweyî tevbigerin. Bi taybetî jî tê hêvîkirin ku PDK a bi salan bi welatên din re tê gel hev û bi kiryarên xwe yên ku zemîna kuştin û qirkirina Kurdan çêkiriye êdî dev ji vê helwestê berde û berpirsyariya çareseriyê bigire ser milê xwe. Ji ber ku Mesûd Barzanî di hevdîtinan de atmosfereke erênî çêkir.
Amadekariyên Rêber Apo yên “çareseriya dîrokî ya çar parçeyan” hemû herêm kir nava coşekê. Aktorên siyasî yên li Başûr kom bûne jî li ser wê yekê hemfikir in ku “çareseriya li Tirkiyeyê were destpêkirin dê bandoreke erênî li me hemûyan bike.” Pirsgirêka yekîtiya neteweyî yek ji alîkariyên sereke ye ku Başûr dikare li vir pêşkêşî çareseriyê bike. Yekîtiya neteweyî ya ku weke hêzeke ku dikare pêşî li nakokiyên bi salan ên di nava Kurdan de bigire divê li her çar parçeyan bê meşandin û rêxistinkirin. Çareseriya Rêber Apo diyar dike ew e ku dê bandorê li çar parçeyan û tevahiya Rojhilata Navîn bike.
Beriya niha di sala 2013’yan de Celal Talabanî, Mesûd Barzanî û Rêber Apo banga yekîtiya neteweyî ya çar parçeyên Kurdistanê kiribûn. Di bangê de hat xwestin ku hemû partî û rêxistinên Kurdistanî yên li çar parçeyên Kurdistanê kongreya netewî pêk bînin. Di Tîrmeha 2013’yan de 65 partiyên Kurdistanî li salona Serokatiyê Mesûd Barzanî ya li Hewlêrê kom bûn. Hemû aliyên beşdarî civîna roja ewil bûne, fikrên xwe yên ji bo yekîtiya neteweyî anîne ziman. Nêrîna hevpar a partî û nûnerên Kurdan ên li her çar parçeyan avakirina Kongreya Neteweyî ya Kurd û misogerkirina yekîtiya Kurdan bû. Di encamê de ji bo avakirina komîsyoneke amadekar a ji 21 kesan lihevkirin hat kirin. Komîsyon bi nûnertiya partiyên çar parçeyên Kurdistanê hate avakirin. Dabeşkirina komîsyonê ku zêdeyî 4 mehan dewam kir, wê adil be û kongre bi awayekî demokratîk bimeşe. Lê belê kongreya netewî beriya ku bigihêje encama tê xwestin xebatên xwe rawestand. Di dema ku hemû alî fikirîn ku divê kongreya netewî bê lidarxistin, ev yekîtî bi destwerdana hêz û aktorên çareseriyê têk çû.
Di dema mayîna me ya li Başûr de, hema hema hemû partiyên siyasî yên Kurd ên herêmê, xwestin bi Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re hevdîtin û mazûvaniya wan bikin. Her çendî bi heyecana heyetê li herêmê bûn û xwestin bi heyetê re hevdîtinê bikin da ku bizanin ka formula Rêber Apo çi ye û çi difikire, lê ji ber kêmbûna dema heyetê ya ji bo serdana yekemîn û mijûlbûna wan, nikarin bi partiyên din ên herêmê re hevdîtinê bikin. Ev hemû daxwazên beriya banga dîrokî ya Rêber Apo nîşan didin ku; Civaka Kurd ji bo avakirina yekîtî û jiyana hevpar amade ye. Rol û mîsyona kesên ku wê vê hêviyê pêk bînin xwedî girîngiyeke mezin e. Ji bo ku di sala 2013’yan de destwerdanek neyê kirin, îro divê aktorên siyasî yên Kurd di pratîkê de bi tedbîr pêşkeftin û biryardariyekê nîşan bidin.
Ji ber ku her lîderê ku li Başûr hevdîtin pê re pêk hat, di van hevdîtinan de careke din piştrast kir ku aktorê sereke yê çareseriyê Rêber Apo e. Her wiha di encama şerê ku bi salan e didome û di van 10 salên dawî de lez û bez bûye, Başûrê ku ji aliyê hikûmeta PDK’ê ve tê birêvebirin, ji bilî xisarên madî û manewî tiştek nema ye. Hate qebûlkirin ku Rêber Apo di dîzaynkirina nû ya Rojhilata Navîn a mîna Tirkiyeyê de ji bo Kurd û gelên wan yekane aktorê çareseriyê ye ku herî kêm zirarê dibînin. Di vê mijarê de her çendî diyar kirin pêvajoya ku Rêber Apo wê li Tirkiyeyê bide destpêkirin tenê bi vê herêmê re sînordar namîne û ew ê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin pêvajoyê û beşdarî vê pêvajoyê bibin. Bi baweriya xwe ya tam ku wê xwe ji destê van cinawirên kolonyalîst ên emperyalîst rizgar bikin, raya giştî li bendê ye ku banga dîrokî û çareseriyê di pratîkê de xwedî lê derkevin.
Çavkanî: Melek Avci – JINNEWS