Rêber APO, Banga Sedsalê ya dîrokî kir. Êdî top li qada dewleta Tirk e. Bi mehan e ku di çarçoveya siyaseta dagirker û qirker de, rêveberiya AKP’ê dixwest nîfaqê bixe nav Tevgera Azadiya Kurdistanê (TAK). Hewl didan ku gelê Kurd, bi taybet jî mîlîtanên TAK bêmoral bixin. Serê wan tevlîhev bikin. Hemû nûçeyên kanalên şerê taybet di xizmeta vê siyasetê de bûn. Digotin TAK girêdayî hêzên derve ye, Rêber APO bang nake, bike jî bandora Wî tine ye û hwd. Rêber APO careke din nîşan da ku kî çi dibêje, çi dike bila bike, ew girêdayî rêgezên xwe ye, li ser xeta Sosyalîzma Zanistî û Demokratîk e. Di biryargeha dijminê xwe de jî weke sosyalîstekî difikire û dijî.
Her wiha careke din derket holê ku li gel ku Rêber APO di hucreyeke tarî û di bin tecrîd, îzolasyon û êşkenceyê de jî herêm û cîhanê ji her kesî rastir, baştir û kûrtir fêhm dike. Girêdayî vê rastiyê jî mirovê herî xurt û zêdetir jixwebawer jî ew e. Wêrekiya xwe nîşan da. Di Banga Sedsalê de li ser navê Tevgerê rexne li xwe girtin; zîhniyet û siyaseta qirker jî rexne kir, sedem û zemîna pirsgirêkan rave kir û riya çareseriyê raber kir.
Şêwaza Rêber APO ya fikirînê, hîs/sehekên Wî, hesasiyetên Wî yê mirovî, welatperwerî û şoreşgerî; ji tevan jî wêdetir jiyana Wî, dike ku her kes neçarî nirxandin, tespît, daxwaz û fermanên Wî bibin. Dijminê Wî yê ji 50 salî zêdetir e pê re şer dike; 26 sal in di bin êşkencê û tecrîdê de dihêle dibêje ku, “26 sal e ji bo xwe tiştek nexwestiye. Mirovekî wisa zererê nade kesî, ji bo wê me baweriya xwe pê aniye.” Rastiya Rêber APO; ked, berxwedan û berhemên Wî, li holê ne, weke Wî gotî, “Encax xwedayên mîtolojîk ên zalim dikarin vê înkar bikin.”
Di encamê de êdî dost-dijmin her kes hebûna Rêber APO weke “şens û lutfeke xwedayî-xwezayî” dibîne û dinirxîne.
Rêber APO guhertin û veguhertinên di 200 salî de encax pêk bihata, di 20-30 salî de pêk anîn. Xwe ji nû de afirand, Tevgera xwe guherand, civaka xwe veguherand û dewletê jî neçarî guhertinê dike. Ji ber ku tempo û pratîka TAK weke Wî dixwest ango têrker nebû, bêyî ku hinek bixwazin û lê bisepînin, dîsa Ew dixwaze TAK şêwaz û rêbaza hebûn û têkoşîna xwe biguherîne. Bi vê yekê Rêber APO dixwaze hincetên nexêrxwaz û dijberan ji holê rake. Êdî wê ti kes nikaribe bêje, “hûn di lîsteya terorê de ne, sûcdar in”, “şaredar girêdayî rêxistina çekdar in, ez ê qeyûman bavêjim” û hwd. Li gel ku hêzên navneteweyî û statukoparêzên herêmî riya siyasetê li ber Kurdan girtibûn, digotin “çekan deynin, werin siyasetê bikin.” Lê em dizanin ku di esasê xwe de yên ji siyaseta PKK’ê ditirsiyan û nedikarin bi Rêber APO re di siyasetê de bikevin pêşbirkê ew bûn…
Halêhazir de Rêber APO pêngavek da destpêkirin. PKK’ê jî weke dihat payîn, Banga Sedsalê bersivand û weke ferman qebûl kir û daxuyakirin ku wê pêwîstiyên wê bike. Lê divê Komara Tirk (KT) jî gavên pêwîst bavêje. Mesela em li Qadên Parastinê yên Medyayê digerin. Li hin deran 2, li hin deran jî heta 11-12 balafirên keşfê digerin. Her kêlî balafirên şer êrîşên hewayî dikin. Tank, top, helîkopter, her tim êrîş dikin. Di vê kêliya em dinivîsin de jî leşkerên dagirker, li devê deriyên tunelên şer disekinin, êrîş dikin. Di van şert û mercan de wê pêvajo çawa pêş bikeve? Wê kongre çawa pêk were? Ku Rêber APO rasterast xîtab neke, bi rê ve nebe weke ku Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan gotî, “Kî dikare ji fedaiyan re bêje ‘çeka xwe deyne?” Ji bo wê jî yên ku çareserî û aştiyê dixwazin dive zextê li KT bikin, da ku riya çareseriyê vebe. Ku civak aştiyê bixwaze û li gorî wê tevbigere, dewlet neçare gavan bavêje.
Mirov ji ku ve lê binêre û binirxîne, ev rastî derdikeve holê ku divê KT gavên pêwîst bavêje, vê fersanda zêrîn binirxîne, destê Rêber APO û gelê Kurd li hewa nehêle. Divê her kes bizanibe vê carê kî masa hilweşîne, ew ê di bin masa û bahoza Rojhilata Navîn de bimîne…
Notek jî ji bo ragihandina Tirkiyeyê… Bi dehan sal e derveyî çend kes û saziyên birûmet, piraniya ragihandinê weke tetikkêşa dewletê axivî, nivîsî û civakên me jahrî kirin. Ji bo ku hinekî xwe paqij bikin û ji rûmeta pîşeya ragihandinê sûd bigirin, ji bo ragihandina Tirkiyê jî ev pêvajo şensekî xwe paqijkirinê ye. Ji bo wê jî destpêkê bila li hemberî Rêber APO devê xwe yê qirêj paqij bikin, li hemberî Rêberê gelekî bi hurmet nêz bibe. Herî kêm bikaribin helwesteke ev qasî birûmet raber bikin…