Çavê Kurdan li Îmraliyê ye ka wê çi name ji wir were. Herkes li bendê ye wê Rêber Ocalan bê çi bibêje û çi bangê bike û li gorî wê xwe amade dike. Di heman wextê de li Rojava û bi taybet li Bendava Tişrînê şer dijwar e û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê dewam dikin. Li Başûrê Kurdistanê jî tevgera dewleta Tirk zêde bûye. Li aliyekî rayedarên Tirk qala aştiyeke demdirêj bi Kurdan re dikin, li aliyê din bi hemû hêza xwe ya leşkerî û siyasî û diplomasî xistine tevgerê da Kurdan ji nav bibin. Li aliyekî propagandayê dikin ku wê Rêber Apo di 15’ê Sibatê de mesajekê zindî bide, li aliyê din agahiyên ku Qendîl bi ya Rêber Ocalan nake belav dikin da bibêjin binêrin, vaye em dixwazin, lê PKK astenge û divê hemû alî bikevin nava tevgerê da wê ji holê rakin. ku Dîsa ji Îraqê dixwazin ku bi wan re li dijî Kurdan bikevin şer û li Şamê zextê dike da êrîşî HSD’ê bikin. Lê heta roja îro jî dewleta Tirk bi vê siyaseta xwe tiştek qezenc nekiriye û berovajî wê roj bi roj wenda dike
Hefteya derbasbûyî, nûçeyek belav bû ku di navbera gerîla û parêzvanên sînor ên Iraqê de şer derketiye û 2 endamên vê hêza dawî jiyana xwe ji dest dane. Li ser vê gelek tişt hatin gotin ka çi bûye û çawa bûye, lê bi hatina wezîrê karê derve yê Tirk Hakan Fîdan a Iraqê di 26’ê Çileyê de aşkere kir ku dewleta Tirk di pişt vê meselê de ye û xwest bi vê bûyerê Îraqê jî bîne aliyê xwe. Lê di vê navberê de mesaja Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik li ser ekranên KNN’ê hat weşandin û bersiva gelek rewşan bû. Bayik berî her tiştî ji dost û dijminan re got ku Rêber Ocalan çi bibêje ew biryara wan e û bal kişand li ser mijara çekên di destê Kurdan de. Bayik aşkere kir ku ger sebebên Kurdan çek hilgirtine ji holê rabin, wê demê pêwistiya çekan jî tune. Bi vê jî pêşî li propagandayên dewleta Tirk hat girtin ku li dû wan hinek dezgehên çapemeniya bi Kurdî weşanê dikin jî dimeşin.
Her wiha dema em bala xwe bidin meseleya çekên Kurdan, em ê bibînin ku di destê wan de ji bilî çend kilêş û BKC’iyan tune û bi salane bi van çend parçeyan şer kirine. Lê ne tang û top û ne jî balafir û Halîkopterên Kurdan tune ku di rastiyê de ji van re tê gotin çek. Başûrê Kurdistanê bi dehan sale xwedî statuye, di destê wan de jî çek tune ger em qale têgeha rast a bi çekbûnê bikin. Lê dewleta tirk vê jî tehemûl nake û dixwaze heta bi damançeyeke Kurdan jî tune be. Li rex wê jî ev serê heyvekê ye bi riya odeyên taybet ên MÎT’ê û bi endamên kirêgirtî yên Erebên şofînî, li ser internêtê dest bi hemleyekê kiriye ku naveroka wê ew divê Kurd werin kuştin, ew cudaxwazin, kafirin û hwd.
Lê wer xuyaye dewleta Tirk kartên xwe yên dawiyê bi kar tîne lê Rêber Ocalan dîsa jî li hember wê firseta dawî dide wan. An wê projeya Rêber Ocalan a divê hemû gelên herêmê bê destwerdanên derve bi hev re bijîn pêk were, an jî wê herêm ber bi projeya Amerîka û Îngliz de here û her der bibe gola xwînê ku Tirkiye jî were parçekirin.