Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 10 Haziran 2025

Rejîma Îranê 3 kolber birîndar kirin û gelek hesp kuştin

Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê di navbera rojhilatê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê de û li ser sînorê di navbera Rojhilat û Bakur de êrîşî kolberan kir. Di encamê de 3 kolber birîndar bûn û gelek hespên kolberan jî hatin kuştin

Hovîtiya rejîma Îranê ya li dijî kurdên li ser sînorê rojhilatê Kurdistanê neçarî kolberiyê hatin kirin, berdewam e. Rejîma Îranê roj naçe ku kolberekî qetil neke yan jî birîndar neke. Rejîmê îro jî li ser sînorê bajarê Pîranşar ê rojhilatê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê êrîşî kolberan kir.

Hat zanîn ku di encama êrîşê de kolberên bi navên Nasir Hisênî Pur û Mehsin Hisênî Pur birîndar bûn. Welatiyên ku hatine birîndarkirin rakirina Nexweşxaneya Çoman a Silêmaniyê. Ji ber ku birîna wan giran bû, kolberên birîndar veguhestin Nexweşxaneya Hewlêrê.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, di roja 18’ê vê mehê de jî li ser sînorê di navbera rojhilat û bakurê Kurdistanê de komeke kolberan rastî êrîşa sipahiyên Îranê hatin. Di encama êrîşê de kolberê bi navê Hemîd Hisên Nejad birîndar bû. Di encama êrîşa hêzên rejîmê de gelek hespên kolberan jî hatine kuştin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar