Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 15 Haziran 2025

Rejîma Îranê salek ceza li Nergîs Muhammedî birî

Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2023’yan Nergîs Mihemedî a ku li Îranê dîl tê girtin, bi sûcdariya "propagandaya li dijî dewletê kiriye” salek cezayê girtîgehê lê birîn.

Rejîma Îranê welatiyan digire û cezayê girtîgehê li wan dibire. Ji van welatiyan yek jê xwediya Xelata Nobelê û çalakgera mafê jinan Nergîs Muhammedî ye. Parêzerê çalakvana jin Mustafa Nîlî di daxuyaniya li ser X’ê parvekir de got, “29’emîn Daîreya Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi sûcdariya ku Negîs Muhammedî “propagandaya li dijî dewletê kiri”ye salek cezayê girtîgehê lê bir.”

Çalakvana 52 salî ku ji Mijdara 2021’an û vir ve di girtîgehê de ye, di nava 25 salan de ji ber li dijî ferzkirina nixumandina bi zorê û cezayê darvekirinê derketiye gelek caran hatiye girtin û mehkûmkirin.

Parêzer Nîlî da zanîn ku Nergîs Muhammedî ji ber gotinên der barê rewşa Dîna Galîbaf kiribû û boykotkirina hilbijartinên parlementoya Îranê yên meha Adarê tê darizandin. Rojnamevan Dîna Galîbaf di meha Nîsanê de ji aliyê polîsan ve rastî êrîşa zayendî hatibû û hatibû girtin. Rojnamevn piştre hat berdan.

Nergîs Muhammedî daxwaz kir ku rûniştin ji raya giştî re vekirî be, lê ev daxwaz hat redkirin. Ji ber vê sedemê Nergîs Muhammedî beşdarî rûniştinên ku di 8’ê Hezîranê de destpê kiribûn nebû.

Nergîs Muhemedî di meha Adarê de peyamek bideng ji girtîgehê belav kir û “şerê mezin ê li dijî jinan” a ji hêla Komara Îslamî ya Îranê ve tê meşandin şermezar kiribû. .

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar