Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in di pergala qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de tê girtin. Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 22ê Çileyê de çûn Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtina 2’yemîn pêk anî. Piştî hevdîtinê ji ber daxwaza Rêber Apo ya ji bo “Şîna netewî” daxuyaniyek berfireh nehat dayin. Lê piştî ku hûrgiliyên hevdîtinê derketin holê nîqaşên hevdîtinê li Kurdistan û Tirkiyeyê di rojevê de ye. Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal têkildarî hevdîtinên bi Rêber Apo re û pêvajoyê ji nûçegihanê Ajansa Welat (AW) Mahmût Altintaş re nirxandinên girîng kir.
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal derbarê hevdîtina dawî de anî ziman ku Rêber Apo di çareseriyê de bi israr e û wiha got: “Projeya Rêber Apo zelal e. Bi salan e qala vê proje dike. A ku ne zelal e û nakok e aliyê dewletê ye. Dewlet ji bo berjewendiyên xwe hewcedarî bi diyalogeke bi Rêber Apo re dîtiyê. Lê dewlet di nava xwe de ji bo çareseriyê ne zelal e. Diyare ku di hevdîtinên dewletê û Rêber Apo re hîn îtîraz ji aliyê dewletê ve hene. Şandeya DEM Partiyê piştî hevdîtinê daxuyanî neda. Dibe ku îtîrazek hebe lewma daxuyanî nehatibe dayin. Lê pêwîste em zanibin ku di vê demê de dewlet hevdîtinên kor pêk tîne. Ji ber vê jî divê pirsgirêkên ku çêdibin jî em bi taybetmendiya vê pêvajoyê re girêbidin. Ji ber ku dewlet hê ne zelal e. Pêwîstê em vê demê rast fêm bikin. Ev dem dema têkoşîneke nû ye. Divê hemû kes vê pêvajoyê baş fêm bike û rola xwe bilîze.”
Remzî Kartal destnîşan kir ku ev hevdîtin ji pêvajoyên beriya xwe cûda ye û wiha axivî: “Dewlet bi hemû derfetên xwe şerekî berfireh da meşandin. Lê encam negirt. Piştî ku encam negirt, bi her alî ve ketin nava qeyranekê. Şerê cihanê yê 3emîn jî berdewam dike. Ev jî di Rojhilata Navîn de dîzayneke nû bi xwe re tînê. Piştî peymana Lozanê li Rojhilata Navîn sînorên nû ava bûn. Niha jî pergala kapîtalîzmê dixwazin dîzayneke nû bidin Rojhilata Navîn. Naxşe diguherin. Tirkiye jî, ji ber vê pêvajoyê ket nava tirsekê. Tirsa wan ji hêzên navneteweyî ew e ku bi Kurdan re tîfaqê ava bikin. Tirkiye jî ji bo pêşiya vê yekê bigire, bi Rêber Apo re dikeve diyalogê. Ev pêvajo ji ber vê yekê ji pêvajoyên berê cudatir e. Dewlet jî wê demê ne yek bûn. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka dewletê ye. Wê demê jî di nava hêz û partiyên siyasî yên dewletê de parçebûnek hebû. Ji ber wê jî ew pêvajo ne pêvajoya çareseriyê bû. Heke hêz û siyaseta dewletê bi hev re tevnegerin çareserî jî pêk nayê. Niha dewletê li ser pirsgirêka Kurd bi muxalefetê û desthilatê re li hev kiriye. Siyaseta hûndir bi serneket. Li derve jî xetereyên mezin li pêşiya Tirkiyeyê hene. Ji ber wê jî mecbûr ma ne. Heke dewlet vê carê bixwaze dikare gav bavêje. Ji bo çareseriyê jî em dikarin bêjin şert û merc hene. Pêvajo bi projeya Rêber Apo dikare bigihêjê çareseriyê.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Remzî Kartal xwest ku partî û kesên aştîxwaz seferberiyê ragihînin û pêvajoyê li hêviya AKP’ê nehêlin û wiha pêde çû: “Li ser Bendava Tişrînê êrîşên Tirkiyeyê berdewam dikin. Li ser gerîla û partiya siyasî jî êrîêrîşş didomin. Dewletê konsepta xwe ya li dijî gelê Kurd neguhertiye. Lê taybetmendiya vê demê jî hem diydiyalogalog û hem jî têkoşîn e. Yanî hem dewlet êrîş dike û hem jî gerîla parastina xwe dike. Dewlet dixwaze bi awayekî hem pêvajoyê bimeşîne û hem jî destkeftiyên Kurdan tengav bike. Hemû qadan jî parastinek heye û bersiva êrîşan tê dayin. Lê helbet ji bo pêvajoyê ew tablo xetereyan jî bi xwe re tîne. Pêvîste kesên demokrat û aştîxwaz taybetmendiya vê demê bizanibin û ji bo pêvajo dest pê bike, seferber bibe. Hemû partiyên siyasî jî helwesta xwe diyar bikin. Divê vê pêvajoyê li heviya AKP’ê nehêlin.”
Remzî Kartal balkişand ser nirxandinên Rêber Apo ku gotibû, ‘An projeya min an jî projeya DYA’ye wê bi serbikeve’ û wiha got: “Îro li Rojhilata Navîn şerê cihanê yê 3’yemîn diqewime. Di nav vî şerî de hêzeke esasî jî Tevgera Azadî ya Kurd e. Hemû dewlet jî dikarin li gor berjewendiyên xwe bi gelê Kurd re siyasetê bimeşinin. Rêber Apo jî hertim di vî alî de hişyarî dikir. Yanî çareseriya herî guncav a ji bo berjewendiya gelan li ser bingeha demokrasî û aştiyê ku Rêber Apo pêşniyar dike ye. Ew ji bo berjewendiya gelan e. Ji bo wê jî israra Rêber Apo heye. Lê heke dewleta tirk di şer de israr bike di guherînên Rojhilata Navîn de gelê Kurd ku hezeke mezin e dikare îtîfakên cuda bike. Lê Rêber Apo hertim ji bo berjewendiyên gelan amade ye.”
Remzî Kartal di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo pêvajo biçe serî divê tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin û axaftina xwe wiha qedand: “Heke daxwazeke dewletê ya çareseriya pirsgirêka Kurd hebe pîvan nêzikatiya li hemberî Rêber Apo ye. Rêber Apo di şert û mercên tecridê de vê pêvajoyê weke tê xwestin nikarê pêş bixe. Ji ber vê yekê pewîste siyaseta dewletê xwe ispat bike. Divê tecrîd rabe û şert û mercên azadiya fizîkî ya Rêber Apo di nava demê de pêk were. Di şert û mercên tecridê de aştî pêk nayê. Heke dewlet di aştiyê de samîmî be pîvan azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Divê tecrîd bê rakirin ku Rêber Apo jî bikare rola xwe bilîze. Yên ku aştî û demokrasiyê dixwazin jî divê daxwaza xwe ya azadiya fizîkî ya Rêber Apo diyar bikin. Li ser vê yekê bixebitin raya giştî ava bikin ku li ser dewletê zextê daynin.”