Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Reşîd ê YNK’î: Ji bo pêşîlêgirtina êrîşan hewcehî bi yekitiyê heye

Parlamenterê YNK’î Biryar Reşîd diyar kir ku heke komên kurd ên di parlamentoyê de bibin yek, dikarin pêşî li ber êrîşên Tirkiyeyê bigirin.

Êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Parlamenterê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) ê di Parlamentoya Iraqê de Dr. Biryar Reşîd têkildarî êrîşan bi Rojnewsê re axivî. Reşîd, diyar kir ku franksiyona YNK’ê êrîşên dewleta tirk şermezar dike û wiha got: “Serokwezîrtiya Iraqê ji bo lêkolînkirina êrîşa li Silêmaniyeyê şandeyek şand. Em jî dê têkildarî van êrîşan ji Parlamentoya Iraqê daxwaza rûniştineke taybet bikin.”

Bi domdarî Reşîd anî ziman ku Tirkiyeyê li herêmê 100 baregehên leşkerî ava kiriye û wiha got: “Ji van baregehan 5 jê yên leşkerî ne û nêzî 4 hezar leşker lê dimînin. Her wiha 8 baregehên îstîxbaratê hene. Tu peymanên van baregehan bi Iraqê re nînin. Divê bi tu awayî destûr neyê dayîn ku ev baregeh li wir bimînin.”

Di berdewamê de jî Reşîd ev tişt anî ziman: “Divê xebat werin kirin ku Tirkiye nekare li Herema Federal a Kurdistanê bimîne. Divê li dijî êrîşan helwestek hebe. Ev yek jî tenê bi helwesteke hevpar pêkan e. Ji bo pêşîlêgirtina êrîşên dewleta tirk, divê hemû komên kurdan ên li parlamentoyê bibin yek.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar