Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Rêveberiya Bendava Tişrînê banga lezginî kir

Ji ber bombebarana balafirên şer û balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li ser bendava Tişrînê tirsa hilweşandina bendavê zêde dibe. Rêveberiya Bendava Tişrînê ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk a dagirker banga lezginî li saziyên navneteweyî kir.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyêmn wê DAIŞ-SMO ji 8’ê Kanûna 2024’an ve, bi armanca dagirkirin û îlhaqkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber êrîş û bombebaran û topbaranê dike. Bi taybetî jî êrîşî Bendava Tişrînê dikin û di encama van êrîşan de bi dehan sivîl şehîd bûn û birînda bûn. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku ev zêdetirî 50 roj e li ser bendava Tişrînê berdewam dikin, bûne sedema gelek zirar û ziyanên giran ku rasterast bandorê li karkirina bendavê kiriye. Ziyaneke teknîk a mezin li bendavê bûye, lewma bi temamî hilberandina elektrîkê li bendavê rawestiyaye, ji ber alavên elektrîkê hatin tobbarankirin, 6 turbîn bi tevahî hatin rawestandin. Her wiha pompeyên avê jî rawestiyan, ev bû sedem ku standên turbînan, alavên elektrîkê û tunelên binerd di bin avê de bimînin û êdî ew alav nayên xebitandin yan sererastkirin.

Ji aliyê mirovî ve, rawestandina bendavê bû sedem ku elektrîk li ser zêdetirî 400 hezar şêniyên ku li navçeyên derdora bendavê dijîn, qut bibe, ji ber ku elektrîka bajarê Kobanê, Minbicê û Sirînê ji bendava Tişrînê ye. Vê qutbûnê bandoreke mezin li jiyana rojane ya şêniyan kiriye, ji ber ku çavkaniyeke din a elektrîkê li van deveran nemaye. Her wiha xetên avê yên ku ji bo vexwarin û avdaniyê dihatin bikaranîn rawestiyane, ji ber ku bendav ava vexwarinê dide stasyonên Xefsa, Babirî, Meskena û hin stasyonên din ên ku avê didin herêmên Helebê û bajarên Minbic, Kobanî, Sirîn û Cirniyeyê. Ev yek ewlehiya xwarinê ya civakên ku çandiniyê bi ava bendavê dikin, dixe xetereyê.

Rêveberiya Bendava Tişrînê ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên li ser bendavê, bang li civata navneteweyî kir ku demildest destwerdanê bike. Rêveberiyê tekez kir ku pêdiviya wê bi piştgiriya bilez heye daku kelûmelên teknîkî yên pêwîst peyda bike û karibe xebatkarên endezyariyê bi ewle derbasî bendavê bike.

Rêveberiya bendavê diyar kir ku hilweşîna bendavê dê bibe sedema karesateke mirovî û jîngehê, û bandorên wê ne tenê li deverên derdorê, lê dê li deverên berfireh ên Sûriyeyê belav bibe. Her wiha diyar kir ku aramiya bendavê berpirsiyariyeke mirovî ya hevbeş e ku pêdivî bi tevgereke bilez heye daku rê li pêşiya karesetê bê girtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar