Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 6 Haziran 2025

Rêveberiya Şengalê: Dema pejirandina xweseriya Şengalê hatiye

Desteya Rêveber a Şengalê bi peyameke nivîskî 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê li tevahî kedkar û karkeran pîroz kir û diyar kir ku ciwanên wan ji bo xweseriya Şengalê kedek mezin dane û got ewê heya dawiyê xwedî li keda wan derbikevin.

Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê, Desteya Rêveber a Şengalê peyamek weşand. Desteya Rêveber a Şengalê destpêkê cejna karkeran li hemû karker û kedkaran pîrozkir û wiha hate gotin; “Li her çar pareyên welat û dervey welat, gelê Kurd ji bo azadiya xwe kedek mezin dide û li hemberî dagirkeran têkoşînek bê hempa dimeşîne. Em di 1’ê Gulanê de di kesayeta gerîlayên azadî û şervanan de, bi salane ji bo parastina gelê xwe kedê didin, bi vê boneyê vê rojê li hemû kedkaran pîroz dikin. Erdnîgariya me erdnîgariyek dewlemend û axek zêrîne, ji bo ku em bikaribin feydeyê ji vê axê bigirn û li ser jiyan bikin, bi hezaran sale em li ber xwe didin û kedê didin. Mixabin li ser vê axa me, bi salene gelek êriş û plan hatin meşandin, xwestin me ji vê axa zêrîn qut bikin, ev plan û leyîstok heya roja me ya îro dewam dike. Em weke civaka êzidî û gelê Şengalê, çawa ku me ji bo jiyankirina xwe ked daye, em niha jî ji bo Xweseriya şengalê û jiyanek azad di nava têkoşînê dene. Ji dema fermana 3 Tebaxê ve, ciwanên me û gelê me bi giştî kedek mezin dane. Me ji bo xwedîderketina li vê kedê bedelên giran dan. Mam Zekî, Şehîd Dijwar, Berxwedan, Bêrîvan, Zerdeşt, Seîd û bi dehan pêşengên din. Emê heya dawî li keda van cangoriyên xwe xwedî derkevin, armanca van şehîdan Şengala Xweser û azad e. Dem hatiye raya giştî ya cîhan û Iraqê jî xwseriya Şengalê bipejirîne û rêzê li keda gelê me bigre.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar