Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê: Em ê berxwedana xwe xurtir bikin

Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a herêma Firatê li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker bang li gelê herêmê kir ku berxwedanê xurt bike. Her wiha ji hêzên navneteweyî jî xwest ku dawî li bêdengiya xwe bînin.

Têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî Kobanê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a herêma Firatê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê Kar û Barên Rêveberiyê yên herêma Firatê Xalit Ceradê ve hat dayin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dewleta tirk bi armanca dagirkeriyê, Sûriyeyê wêran dike û wiha hat gotin: “Armanca dewleta tirk têkbirina projeya me ya neteweya demokratîk e, ku gelên Sûriyeyê hemûyan vedihewîne.”

Di daxuyaniyê de işaret bi piştgiriya dewleta tirk a bi komên çete û DAIŞ’ê hat kirin û ev tişt hat gotin: “Bi hêzên xwe yên bejahî û hewayî êrîşî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike. Dewleta tirk seranserê sînorê herêmê topbaran dike. Bû sedema gelek şehîd û birîndaran.”

Di dewama daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî vê êrîşkariya dewleta tirk hat bibîrxistin û hat ragihandin ku di encama vê bêdengiyê de topbaran û bombardûman li Dirbêsiyê û Amûdê, li Kobanê û gundewarên hatin kirin, zarokekî 12 salî şehîd bû, 5 kes jî birîndar bûn.

Saziyên rêveberiya xweser diyar kirin ku herî dawî gundê Sinciq Sedûn bi balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta tirk hat bombekirin, di encamê de 4 kes şehîd bûn û êrîşkariya dewleta tirk şermezar kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar