Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 6 Haziran 2025

Rêveberiya Xweser: Divê dawî li êrîş û dagirkeriya dewleta tirk bê anîn

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê êrîşa 9'ê Tebaxê ya dewleta tirk a li Eyn Îsayê şermezar kir û xwest, dawî li êrîş û dagirkeriyê bê anîn.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û komkujiya duh a li navçeya Eyn Îsayê ku di encamê de 3 welatî ji heman malbata şehîd bûn û 3 welatî jî birîndar bûn, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dewleta tirk siyasetên xwe yên dijminane û binpêkirinên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kiryarên siyaseta guhertina demografîk didomîne. Sûcên wê piranî dikevin xana sûcên şer û dermirovî. Bi van sûcan dewleta tirk a dagirker qanûnên navneteweyî binpê dike û civata navneteweyî bê deng e.

Binpêkirinên dewleta tirk a dagirker li Sûriyeyê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nayên qebûlkirin û dermirovî ne û divê aliyên navneteweyî bi erk û berpirsiyariyên xwe yên siyasî, exlaqî û mirovî li hember gelê herêmê rabin û dagirkeriya tirk li Sûriyeyê bi dawî bikin da ku ewlehî û îstîqrar li herêmê vegere.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar