Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 14 Haziran 2025

Rêveberiya Xweser êrîşa li Qamişloyê şermezar kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiya ku dewleta tirk li Qamişloyê pêk anî, şermezar kir û wiha got: “Em soz didin ku li ser şopa şehîdên xwe em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”

Navenda Nûçeyan |

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşa ku duh dewleta tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên bi çek li Qamişloyê kir û di encamê de 3 kes şehîd bûn, şermezar kir.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de ev tişt hat gotin:

“Dewleta tirk a dagirker ji bo aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe û qirkirinê dewam bike, 9’ê Mijdara 2021’an bi balafireke bêmirov a biçek li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê êrîş bir ser wesayîtekê. Di encamê de Yûsûf Gulo jî di nav de ku bi welatparêziya xwe dihate naskirin ji heman malbatê 3 kes şehîd bûn.

Êrîşa dewleta tirk di bin kontrola Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya û cîhanê de hat kirin. Li gorî erk û berpirsyariya xwe divê li pêşiya van êrîşan bibin asteng. Gava ku dewleta tirk avêtiye xetere ye. Li dijî vê yekê divê helwesteke zelal bê nîşandan.

Em van êrîş û sûcên dewleta tirk ên ji bo tunekirina berxwedan û îradeya gelê me bi tundî şermezar dikin, sersaxiyê ji malbata her sê şehîdan re dixwazin û soz didin ku em ê li ser şopa şehîdên xwe yên ku ji bo jiyaneke bi rûmet jiyana xwe feda kirine, têkoşîna xwe dewam bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar