Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 13 Haziran 2025

‘Rêwitiya Azadiyê’ li Mannheîmê destpê kir

‘Rêwitiya Azadiyê’ destpê kir ciwanên kurdistanî li dijî komploya navneteweyî li Mannheîmê dest bi meşa azadiyê kirin.

ANF Images

Li bajarê Mannheîm ê Almanyayê bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwanên kurdistanî dest bi “Rêwitiya Azadiyê” kirin ku wê heta hefteyekê bidome.

Meş ji bo bîranîna şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Endama Meclîsa TCŞ’ê Sarya Ateş di çalakiyê de axivî û diyar kir ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî komployê bersiva herî mezin e.

Ateş diyar kir ku dewleta alman bi rengekî sîstematîk gelê kurd krîmalîze dike û got: “Herî dawî eyaleta Baden-Wurttemberg a Almanyayê, bi taybetî eyaleta Mannheîmê û bajarê wê, bi biryarên derhiqûqî xwest ku wêneyê Rêber Apo bê rakirin û hildana wê qedexe kir. Weke ciwanên kurd em vê biryarê bi tundî şermezar dikin. Ev yek jî nîşan dide ku dewleta alman jî di komploya navneteweyî de bi rengekî şênber rolekî girîng lîstiye. Fikir û ramanên Rêber Apo nayên qedexekirin, ji ber ku fikir û ramanên wî li her devera cîhanê belav bûne.”

Piştî daxuyaniyê ciwanan bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Gerîla” berz kirin.

Çalakvanan diyar kir ku azadiya Abdullah Ocalan encex bi berxwedanê wê pêk were û wiha hat gotin: “Divê qirkirina çandî û fîzîkî ya li ser gelê kurd bi dawî bibe. Divê azadiya gelê kurd ji tu kesê neyê hêvîkirin. Divê em bi xwe azadiyê bi dest bixin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar