Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Rewşa dawîn a koronavîrusê

NAVENDA NÛÇEYAN

Li dinyayê 3 milyon û 504 kes bi koronavîrusê ketin û herî kêm 245 hezar kes jî mirin.

Tirkiye

Rayedarên desthilatdariya AKP û MHP’ê diyar kirin ku 124 hezar û 375 kes nexweş ketine û 3336 kes jî mirine. Lê derketibû holê ku desthilatdarî agahiyên rast belav nake.

Wezareta Karê Navxweyî ya Tirk diyar kir ku ketin û derketina 30 bajarên mezin û Zongûldakê wê sibê dîsa were nîqaşkirin.

OHD, TÛHAY-DER û Baroya Wanê derbarê Girtîgeha Tîpa L Patnosê got ku “Di pêvajoya pandemiyê de ava qirêj tevlî nav ava li girtîgehê bûye û ev tişt li ser tendirustiya girtiyan gefeke mezin e.”

Bîlançoya li dinyayê

Li DYE’yê milyonek û 160 hezar kes nexweş ketine û 67 hezar û 400 kes jî mirine.

Li Îtalyayê hejmara nexweşan bû 209 hezar û hejmara miriyan jî 28 hezar û 700 derbas bikir. Li welat herî kêm 100 hezar kes tedawî dibin.

Li Îspanyayê  245 hezar û 500 kes bi vîrusê ketine û 25 hezar û 100 kes mirine.

Li Fransayê 168 hezar û 396 kes bi vîrusê ketine û 24 hezar û 760 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Îngîltereyê 182 hezar û 260 kes bi vîrusê ketine û 26 hezar û 131 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Elmanyayê 164 hezar û 967 kes bi vîrusê ketine û 6812 kes jî mirine.

Li Holanda yê hejmara kesên bi vîrusê ketine 40 hezar û 500 derbas kir. Li welat 5056 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Belçîkayê 49 hezar û 906 kes bi vîrusê ketine û 7844 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Swîsreyê 29 hezar û 905 kes bi vîrusê ketine û 1762 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Îranê 97 hezar û 424 kes bi vîrusê ketine û hejmara miriyan jî gihişte 6203 kesan.

Li Rûsyayê hejmara kesên bi vîrusê ketîn gihişte 10 hezar û 633 kesan, li welat heta niha 1280 kesan ji ber koronavîrusê jiyana xwe ji dest dane.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar