Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Rêxistina HDP’ê ya Çukurovayê kongreya xwe li dar xist

Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Çukurova rêveberiya xwe ya nû diyar kir. Di kongreyê de Fatma Aslanci û Hasan Bîber ji bo hevserokatiyê hatin bijartin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Çukurova ya Edeneyê li eywanek dawetê 3’yemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist û rêveberiya xwe ya nû bijart.

Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari û gelek kes beşdarî kongreyê bûn. Dîwana kongreyê hat bijartin û rêz girtin. Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê Gulseren Tural axaftina vekirinê kir û diyar kir ku partiya wan partiya hemû gelan û baweriyane û partiya wan tevî hemû zextan jî li ser pêya ye û li ber xwe dide.

‘ji bo qanûnek bingehîn a demokratîk têkoşîn’ 

Parlamenter Tulay Hatimogullari jî da zanîn ku astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûna welat pirsgirêka kurd e û got: “Dem dema rêxistinbûnê ye. Ji ber vê yekê li dar xistina kongreyan girîng û bi nirx e. Em ê têkoşîna xwe hin bêtir bi pêş ve bibin. Em ji bo qanûnek bingehîn a demokratîk têdikoşin. Em qanûnek bingehîn ku hemû aliyan û baweriyan hilde bin sîwana xwe dixwazin û em ji bo vê yekê xebatek bêhempa birêve dibin.”

Piştî axaftinan raporên xebat û malî hatin xwendin. Hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat û Fatma Aslanci û Hasan Bîber ji bo hevserokatiya HDP’a Çukurovayê hatin bijartin. EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar