Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 31 Temmuz 2025

Rêxistina Mafên Mirovan: Divê dewleta tirk ji ber sûcên şer bê darizandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qirkirina komî, sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê dikin. Rêxistinê ji rêxistinên navdewletî xwest ku komîteyeke lêpirsînê bi lezgînî bê herêmê, van sûcan tespît bike û radestî dadgehên navdewletî bike da ku berpirsyarên wan bên darizandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de hejmareke endam û aktîvîstên Kobanê jî amade bûn. Daxuyanî ji hêla endama Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê Nisrîn Elî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku binpêkirinên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di asta sûcên qirkirina komî, sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê de ne. Elî diyar kir ku ev sûcên şer li Serêkaniyê û Girê Spî bi aşkerayî tên kirin. Daxuyanî wiha dom kir: “Qirkirina etnîkî tê kirin û bi bicihkirina tirkmen û sûriyeyên ji herêmên din, demografyaya herêmê tê guhertin. Zêdetirî 300 hezar şêniyên herêmê ji warên wan derxistin û vê jî karesateke mirovî bi xwe re anî. Her wiha zêdetirî 98 hezar koçberên ji herêmên cuda, li gelek kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bûne.”

Banga ji bo rêxistinên navneteweyî

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ji ber ku dewleta tirk û çeteyên wê nahêlin rêxistinên hiqûqê û ragihandinên serbixwe bikevin van herêman, binpêkirinên navborî tenê li gorî derfetên heyî hatine kirin. Zêdetirî hezar û 321 sivîl hatin qetilkirin û birîndarkirin. Her wiha di 2’yê kanûnê de ji di encama topbarana li dijî Til Rifatê de 8 jê zarok bi giştî 10 sivîlên efrînî hatin qetilkirin. Divê tevgereke navneteweyî ji bo rawestandina van komkujiyan bikevin nava tevgerê. Her wiha divê komîteya lêpirsînan a navneteweyî têkildarî van binpêkirinan lêpirsînan bide destpêkirin û berpirsyarên van sûcan pêşkêşî dozgeriya navneteweyî bike da ku bên darizandin.” KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar