Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Rêxistina Misrê ji bo hilweşandina aboriya dewleta tirk banga boykotê kir

Rêxistina Edil û Tenmiye ya Mafên Mirovan a Misirê bang li hemû dewletên ereban kir ku kel û pelên dewleta tirk boykot bikin û wiha got: “Ger ev boykot bê kirin dê aboriya dewleta tirk hilweşe û dawî li piştgiriya Erdogan û hikûmeta wî ya bi Îxwan û rêxistinên terorîst ên li Rojhilata Navîn bê.”

Bertekên li dijî hewldanên dagirkeriyê û destwerdana kar û barên dewletên erebî yên dewleta tirk, roj bi roj mezintir dibin. Di vê çarçoveyê de Rêxistina Edil û Tenmiye (Wekhevî û Geşkirinê) ya Mafên Mirovan a Misirê, di serî de Misir û dewletên Meclisa Hevkariya Kendavê, bang li dewletên ereban kir ku kel û pelên dewleta tirk boykot bikin.

Di heman demê de rêxistinê bang li van dewletan kir ku dan û standina bi lîreyê tirk li tevahiya banqeyên ereb boykot bikin. Der barê mijarê de berdevkê rêxistinê Zîdan El Qenaî bang li tevahiya dewletên ereban kir û wiha got: “Dest bi pêngaveke mezin a boykotkirina kel û pelên Tirkiyeyê, berhemên şîrketên Tirkiyeyê, sûkên Tirkiyeyê yên li Kendavê û geştûguzariya Tirkiyeyê bikin.”

Zîdan El Qenaî da zanîn ku boykotkirina tevahî kel û pelên dewleta tirk dê bi xwe re hilweşîna aboriya Tirkiyeyê bîne û wiha bi dawî kir: “Her wiha dê dawî li piştgiriya Erdogan û hikûmeta wî ya bi Îxwan û rêxistinên terorîst ên li Rojhilata Navîn bîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar