Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Rêxistinên civaka sivîl ên li Hesekê: Dewleta tirk sûcên şer dike

Rêxistinên civaka sivîl ên li Hesekê bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku dewleta tirk li bakur û rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer dike. Rêxistinan bang li hemû rêxistinên civakî yên navneteweyî kirin ku alîkariyê bidin û li dijî êrîşan derkevin

Buroyên rêxistin, komele û saziyên civaka sivîl ên li kantona Hesekê, têkildarî êrîş û binpêkirinên dewleta tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta tirk û çeteyên wê bi awayeke vekirî li bakur û rojhilatê Sûriyeyê binpêkirinan dikin û daxuyanî wiha dom kir: “Dewleta tirk û komên girêdayî wê hemû bajar û gundên ewle yên li ser xeta sînor hedef girtin. Hemû qanûnên navdewletî û pîvanên mafên mirovan binpê kirin, sûcên ku pêk tînin sûcên li dijî mirovahiyê ne û di asta sûcên şer de ne. Bi van êrîşan dixwazin demografyaya herêmê biguherînin.”

Bi berdewamî jî hat gotin ku dewleta tirk tevî binpêkirinên kuştin, birîndarkirin û koçberkirinê, di heman demê de stasyonên ava, nexweşxaneyan û komên tenduristiyê jî hedef digirin û ev tişt hatin parvekirin: “Ji ber êrîşên dagirker, pêlên mezin ên koçberiyê çêbûn. Heta niha 300 hezar kes koçber bûn ku piraniya wan jin, zarok û kesên temen mezinin. Hêza Rêveberiya Xweser têrê nake ku ewqas mirovan binihêre û divê hemû komele, rêxistin û saziyên civaka sivîl ên mirovî demildest alîkariyê bidin û li dijî êrîşên dewleta tirk bisekinin.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar