Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Rêxistinên civaka sivîl li Amedê li dijî tecrîdê dest bi nobedê kirin

Nûner û rêveberên saziyên civaka sivîl li dijî tecrîda li ser Ocalan û ji bo bal kişandina ser çalakiyên greva birçîbûnê li Amedê dest bi nobedê kirin. Di nobedê de hat gotin ku ger çalakiyên bi vî awayî zêde bibin dikare dawî li tecrîdê bê anîn

Nûner û rêveberên 287 saziyên civaka sivîl ên ji 17 bajaran ji bo balkişandina ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê, li Amedê daxuyaniyeke hevpar dan û banga hestiyariyê li raya giştî kir. Piştre jî nûner û rêveberên şûnde li Şaxa Egîtîm Sen a Hejmara 1’ê ya Amedê dest bi nobedê kirin.

Li salona ku çalakî lê didome pankarta bi nivîsa ‘Li hemberî mirinê, jiyanê diparêzin’ hate vekirin. Heta niha hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, endamên KCD’ê, parlamenterên HDP’ê, hevşaredarên Rezanê Zubeyde Zûmrût û Zeyat Ceylan, hevşaredarên Peyasê Kezîban Yilmaz û Necatî Pîrînççîoglu li gel rêveberên rêxistin û navçeyan ên HDP’ê û malbatên girtiyan, serdan nûnerên saziyên civaka sivîl kirine.

Bêdengî bi xwe re mirinê tîne

Di dema serdanê de parlamentera HDP’ê Semra Guzel axivî û çalakiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi bîr xist. Guzel got ku temamiya civakê tê tecrîdkirin û wiha domand: “Ji ber domandina tecrîdê, girtî li girtîgehan dawî li jiyana xwe tînîn. Ger ku ev bêdengiye berdewam bike, dê ev çalekiye jî berdewam bikin. Çalakiya saziyên civaka sivîl, girîng e. Ger ku ev çalakî zêde bibin dê tecrîd jî bi dawî bibe.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar