Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Roboskê îro jî reş girê da

Bi boneya 8’emîn salvegera Komkujiya Roboskê, malbat û xizmên qurbaniyan reş girêdan û çûn goristanê

Îro 8’emîn salvegera Komkujiya Roboskê ye. Di komkujiyê de 19 jê zarok 34 welatî di encama êrîşa bi balafirên şer ên dewleta tirk de hatin qetilkirin.

Malbat û xizmên qurbaniyên Roboskê bi salane ji bo dîtina berpirsyarên komkujiyê û darizandina wan, têkoşîna edaletê didin. Malbat û xizmên qurbaniyan îro jî carek din reş li xwe girêdan û ji bo bîranîna qurbaniyan çûn Goristana Roboskê.

Tevî ku hewa sar û berf dibariya jî, şêniyên Roboskê wêneyên xizmên xwe hildan û ji nav gund heta goristanê meşiyan. Weke her sal, di bîranîna îsal de jî reş hat girêdan. Li ser goristanê rengê êş û awirên hêrsê xwe nîşan dide. Hin welatiyan nerazîbûn nîşanî nedîtina kujeran da û carek din daxwaza xwe ya edaletê anîn ziman.

Dayik û xizmên qurbaniyan ku xemgîn in çîrokên zarokên xwe vedibêjin.

Beriya bîranînê bi sedan leşker jî li gund hatibûn bicihkirin û di têketin û derketina gund de hatin sekinandin.

Bernameya bîranînê dê bi beşdariya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, hevberdevka Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) Gulistan Kiliç Koçyîgît, parlamenterên HDP’ê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl dê pêk were. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar