Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

‘Rojava ne bi tenê ye Rojhilat bi wê re ye’

Li seranserî rojhilatê Kurdistanê gel ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê daketin qadan. Welatiyan piştgiriya xwe ya bi berxwedêrên Rojava re anîn ziman

Li her deverekê Kurdistanê û derveyî welat gelê kurd li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê pir zêde bi hêrse. Kurdistanî dadikevin qadan û bi çalakiyên cur bi cur êrîşa dagirkeriyê şermezar dikin. Li seranserî bajar û navçeyên rojhilatê Kurdistanê jî bi hezaran welatî ji bo protestokirina êrîşên dagirkeriya dewleta tirk ên li ser Rojava daketin qadan.

ÛRMIYE

Xelkê bajarên Urmiye, Şino, Mehabad û Pîranşarê li dijî dagirkeriya dewleta tirk daketin qadan. Di çalakiyan de bê navber dirûşmên ‘Bijî berxwedana Rojava’ , ‘Faşîst Erdogan’ û ’Bimre Erdogan’ berz kirin. Di meşan de gel piştgiriya xwe bi berxwedanê re anîn ziman û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin.

SINE

Bi heman armancê gel li parêzgeha Kirmanşan, Şabad, Ciwanrû, Pawe û Salasa Bawecanî jî dakete qadan. Di meşan de dirûşmên ‘Rojava û rojhilatê Kurdistanê yeke’ û ‘Bijî berxwedana Rojava’ berz kirin.

ÎLAM

Li parêzgeha Îlam’ê jî bi sedan welatî li dijî dagirkeriyê daketin qadan û hêrsa xwe li dijî dagirkeriyê nîşandan. Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Rojava ne bi tenê ye’ û ‘Bijî berxwedana Rojava’ hate berzkirin.

TEHRAN

Li paytexta Îran Tehranê jî kurdistanî li dijî dagirkeriya dewleta tirk daketin qadan. Çalakvanên ku li pêşiya Balyozxaneya dewleta tirk kombûn, nerazîbûn nîşan dan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar