Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 6 Haziran 2025

‘Rojava piştevanê xwepêşandanên li Rojhilat e’

Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê ya li Herêma Kurdistanê, serdana rêxistina kurdistanî ya Hizba Komunîsta Îranê kir û piştevaniya xwe ji bo xwepêşandanên li Îran û rojhilatê Kurdistanê anî ziman

Heyetek nûnertiya Reveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê a li Herêma Kurdistanê, serdana nûnertiya rêxistina Kurdistanî ya Hizba Komunîsta Îranê (Komele) a li bajarê Silêmaniyê kir.

Hevserokê nûnertiya rojavayê Kurdistanê Mesud Hisê rêveberiya heyetê dikir û ji aliyê rêveber û endamên Komeleyê ve hatin pêşwazî kirin.

Piştî her du alî bi hev re civiyan daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Rêveberê heyeta komeleyê Îsmaîl Tirîk axivî û ev tişt anî ziman: “Her çiqas em kurd lihev nêzik bibin û peywendiyên xwe xurt bikin, dijminên me jî wê hesabên zêdetir ji bo kurdan bikin. Ji bo me tecrûbera rojavayê Kurdistanê gelek girîng e û em di nava xaka Îran û Kurdistanê jî kar li ser vê dikin.”

Hevserokê nûnertiya rêveberiya xweser Mesud Hiso jî di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û wiha got: “Rojavayê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve piştgiriya xwepêşandanên Îran û rojhilatê Kurdistanê dike. Ji ber ku rojhilatê Kurdistanê piştevanê sereke yê şoreşa rojavayê Kurdistanê bûn û her tim li qadan bûn.”

Piştî wê heyeta nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê serdana endamê Mekteb Siyasî ya Yekitiya Nîştimana Kurdistanê Qadir Ezîz kir. Her du alî li ser rewşa rojavayê Kurdistanê, êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Rojava û aloziyên herêmê axivîn.  SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar