Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Rojavayê Kurdistanê stratejiya neteweyî nîqaş dike

Di vê pêvajoya ku guhertinên nû tên nîqaşkirin û kurd jî bûne yek ji mijarên sereke yên van nîqaşan de, partî, rêxistin, sazî û kesayetên kurd ên li rojavayê Kurdistanê, bi armanca avakirina stratejiyek neteweyî xebatên gotubêjan didin destpêkirin.

Di aloziya Rojhilata Navîn û hewldanên çareseriyê de rojavayê Kurdistanê, bakur û rojhilatê Sûriyeyê bûye rojevek girîng. Bi taybetî jî Kurd û îradeya wan ku wekî aktorek derketiye holê, mijara hemû aliyan e. Nûner û pêşengên kurdan jî, hewl didin ku berevajî sed sal beriya niha vê carê îradeyek yekpare nîşan bidin.

Li rojavayê Kurdistanê partî, rêxistin, sazî û kesayetan bi vê mebestê dest bi danûstendinan kiriye.

Li gorî agahiyên ku ANHA’yê ji çavkaniyên nêzî partî û rêxistinan hatine girtin, tê hedefkirin ku di aliyê siyasî, dîplomatîk, parastin û civakî de yekrêziya Kurdan û helwesta wan a yekpare bê avakirin. Di çarçoveya amadekariyan de wê di navbera partî, rêxistin, sazî, rewşenbîr, bawermend û kesayetên cuda de hevdîtin werin çêkirin.

Li gorî agahiyan wê destpêkê girîngiya hatina cem hev û bandora wê ya li ser pêvajoyê bê vegotin. Dîsa dê li ser mijarên wekî, “Rewşa herêmê, pirsgirêk, êrîşên li ser herêmê, nêzîkahiyên li hemberî îradeya herêmê û li hemberî van sekna yekpare ya siyasî û dîplomatîk” gotubêj werin meşandin.

Çavkanî dibêjin ku eger hewldanên gava serkeftî derbas bibin, wê bê plankirin ku ji bo avakirina yekitiyek stratejîk gavên din ên wekî civîn, konferans û hwd. bên avêtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar