Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 25 Nisan 2025

Rojnameger Azîz Oruç hate girtin

Rojnameger Azîz Oruç ku ev 8 roj bûn di bin çavan de piştî îfadeya li emniyetê sewqî dozgeriyê hate kirin. Dozgeriyê jî bi daxwaza girtinê Oruç sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê bi îdiaya ‘Endamê rêxistinê ye’ biryara girtinê da

Rojnameger Azîz Oruç di 11’ê kanûnê de li navçeya Bazîd a Agiriyê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Oruç li Midûriyeta Polîsan a Bazîdê 8 rojan di bin çavan de ma. Piştî roja 7’emîn jî îfadeyê Oruç hate wergirtin.  Hat zanîn ku di bin çavan de polîsan pirsa ‘Tu çawa hatî ser sînor’ û parvekirinên wî yên li medyaya civakî jê pirsîn. Piştî îfadeyê li emniyetê jî Oruç îro sewqî dozgeriyê hate kirin. Dozgeriyê Oruç bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.

Heyeta dadgehê piştî parastina Oruç, bi îdiaya ‘Endamê rexistinê ye’ biryara girtinê dan û şandin girtîgehê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji ber ku der barê Oruç de doz hatibû vekirin, 3 salin li Herêma Federal a Kurdistanê dijiya. Oruç ku dixwest li ser Îranê derbasî Ermenistanê bibe,  li Ermenistanê hatibû girtin û îşkencekirin. Piştre jî hêzên ewlehiyê yên Ermenistanê Oruç radestî hêzên rejîma Îranê kirin. Hêzên rejîma Îranê jî îşkence li Oruç kirin û li ser têlan dersînor kir. Oruç ku li ber mirinê bû, bi rêya xizmên xwe ji hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bazîdê Abdullah Ekelek alîkarî xwest. Li ser vê yekê Oruç û Ekelek di 11’ê kanûnê de hatin binçavkirin. Di heman rojê de polîsan bi ser mala Muhammet Îkram Muftuoglu de jî girtin û binçav kirin. Ekelek û Muftuoglu bi îdiaya ku alîkarî dane Oruç, hatin girtin. Her wiha wezareta karên hundir jî têkildarî Oruç daxuyanî dabû û wekî ‘terorîst’ pênase kir. AGIRÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar