Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Rojnameger Demîr û Aydin hatin girtin

Rojnameger Rûken Demîr û Melîke Aydin û 9 endamên TUHAY-DER’ê yên ku çend roj berê li Îzmîrê hatibûn binçavkirin, hatin girtin

Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Rûken Demîr û nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin di 12’ê mijdarê de di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê dabû destpêkirin, hatibûn binçavkirin.

Rojnameger Demîr û Aydin duh derxistin Dadgeha Îzmîrê. Piştî îfade bi dawî bûn jî dadgehê bi îdiaya ‘Li ser navê rêxistinê xebat meşandine’ rojnameger Demîr û Aydin girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Şakranê.

Endamên TUHAY-DER’ê jî hatin girtin

Ji endamên Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAY-DER) Selma Altan, Mazlum Koç, Ramazan Yavuz, Saît Bahadir, Murat Tufan, Îsmaîl Akbay, Şeyhmus Daghan, Hasan Hayrî Dîkîlîtaş û Hediye Tekîn ên di heman operasyonê de hatibûn binçavkirin jî hatin girtin.

Biryarê nas nakin

Endamê TUHAY-DER’ê Mehmet Gergîn bi şertê qedexeya derketina derveyî welat hat berdan. Têkildarî mijarê hevserokê TUHAY-DER’ê Ahmet Ertaş li ber dadgehê daxuyaniyeke kurt da û got ku darizandin di bin zexta AKP’ê de hatiye kirin û biryara girtinê ne hiqûqî ye û ew vê biryarê nas nakin. ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar