Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Rojnameger Keser û Çelîk careke din hatin binçavkirin

Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk û Midûrê Karên Nivîsan Aydin Keser duh ji ber weşandina nûçeya têkildarî mirina leşkerên ku li Lîbyayê jiyana xwe ji dest dabûn. Rojnameger Çelîk û Keser piştî îfadeyên xwe yên li edliyeyê jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Lê dozger ji bo vê biryarê îtîraz kir. Li ser îtîrazê, rojnameger Keser îro di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin û birin Midûriyete Polîsan a Vatan a Stenbolê.

Di heman saetê de polîsan bi ser mala Çelîk de jî girt. Ji ber ku Çelîk li malê nebû, polîsan bi telefonê rojnameger Çelîk vexwendin emniyetê. Çelîk têkildarî mijarê li ser hesabê xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir û wiha got: “Emniyeta ez li malê nedîtim li min geriya. Dozger îtîrazî berdana me kiriye. Li gel parêzerê me diçim Emniyeta Vatanê. Pêtala ku me ji Apû Mûsayan dewr girtî dê tu caran venemirînin. Em ê ji rêgeza xwe ya rastî tu caran dê i tariyê de nemîne şaş nebin.”

Her wiha der barê nivîskarê rojnameya Yenîçagê Mûrat Agirel de jî biryara girtinê hat derxistin. Nivîskar Agirel jî têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek parve kir û diyar kir ku dê biçe emniyetê lê îxtîmaleke mezin dê bê girtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rojnameger Çelîk, Keser û Agirel rojek berê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin lê bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar