Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 30 Temmuz 2025

Rojnameger Rawîn Stêrk hat berdan

Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk ê di meha adarê de li sînorê Edîrneyê çûna penaberan a ber bi Ewropayê ve dişopand hatibû binçavkirin û girtin. Bi  îdiayên ‘Endamê rêxistinê ye’ û ‘propaganda rêxistinê kiriye’  doz li Stêrk hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê îro li 34’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Stêrk ê li Girtîgeha Sîncanê dihar girtin bi hinceta vîrûsa koronayê nebirin Dadgeha Çaglayana Stenbolê û bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerên wî Ozcan Kiliç û Gursoy Demîr jî amade bûn. Piştî tespîta nasnameyê danişîn dest pê kir.

Stêrk di danişînê de parastina xwe kir û destnîşan kir ku hemû îdiayên derbarê wî de bêbingeh in û ew ne ji bo revê ew ji bo geşedanên derbarê penaberan de bişopîne çûye sînorê Edîrneyê. Stêrk da zanîn ku angaştname bi şaşîtiyan tije lê hatiye kirin û tê gotin ku ‘ez nûçegihanê DÎHA’yê me’ lê ev çend sal in DÎHA hatiye girtin û wî propaganda rêxistinê nekiriye û wî tenê bi mexseda agahî belavkirinê di medya civakî de hin tiştan parve kiriye. Stêrk sûcdariyên li ser xwe red kir û xwest were berdan û dîsa xebatên xwe rojnamevaniyê birêve bibe.

Dozger biryara xwe ango mutalaya xwe aşkera kir û xwest Rawîn Stêrk girtî were darizandin.

Xwestin muwekîlê wan were berdan

Parêzeran jî parastina muwekîlê xwe kir û diyar kirin ku muvekîlê wan rojnamevan e û ew bi armanca agahdarkirina xelkê parvekirina dike û nûçeyan dişopîne û xwestin Stêrk were berdan.

Piştî navberek kurt şandeya dadgehê biryara xwe aşkera kir û bi biryara qedexeya derketina derveyî welat hat berdan. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar