Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Rojnameger û malbatan Aktaş, Yavuzel û Yeşîl bi bîr anîn

Rojnameger û Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş, endamên meclisê yên Partiya Herêmên Demokratîk Mehmet Yavuzel û Mazlum Yeşîl ên di 26’ê Sibata 2016’an de di qedexeyên derketina derve a Cizîra Şirnexê de jiyana xwe ji dest dan, li navçeya Pirsûsê ya Rihayê li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Nûnerên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) û nûnerên partiyên siyasî amade bûn. Di bîranînê de Rêveberê DFG’ê Zeynel Bulut diyar kir ku ew sekn û biryara Aktaş ji bo xwe dikin mînak û anî ziman ku ew çawa şopa rojnameger û rewşenbir Musa Anter, Gurbetellî Ersoz û yên din dişopînin, dê îro şopa Aktaş jî bişopînin.

Bulut da zanîn ku Aktaş li Cizîrê ji bo rastiyan binivîse çûbû Cizîrê û wiha bi dawî kir: “Dema rastî dişopand li Cizîrê hat kuştin. Aktaş bi sekna xwe pêşengiya çapemeniya azad kir. Ala ku wî bilind kiribû, em ê hilgirin. Em soz didin wan ku em ê têkoşîna wan berdewam bikin.”

Dayika Rohat Aktaş Melîha Aktaş jî zextên li ser gelê kurd şermezar kir.

Piştî axaftina Aktaş koma li ser goristanê dirûşmê ‘Şehit namirin’ berz kirin. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar