Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Rojnamevan Kaya: Şehîdxistina Ezîz windahiyeke mezin e

Rojnamevan Nîhat Kaya diyar kir ku Ezîz Koyluoglû, Seyît Evran û hevalên wan ên din ji bo ronîkirina rastiyan gelekî hewl dan û wiha got: “Qetilkirina Ezîz Koyluoglu ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê windahiyeke mezin e.”

Rojnamevan Ezîz Koyluoglû di encama êrîşa balafira bêmirov a bombebarkirî (SÎHA) dewleta Tirk a dagirker de di 27’ê Çileyê deli bajarê Ranya yê Başûrê Kurdistanê şehîd bû. Rojnamevan Nîhat Kaya qala têkoşîna şehîd Ezîz Koyluoglû kir. Nîhat Kaya anî ziman ku wî di sala 2005’an de Ezîz Koyluoglû nas kir û got, “Di sala 2005’an de dema ku min dest bi karên çapemeniyê kir, Ezîz perwerde dida me. Hurmeta wî ya li karê xwe bal dikişand; rû li ken bû, lê belê tu carî cidiyeta karê xwe ji bîr nedikir. Heman cidiyek ji mirovên li hemberî xwe jî hêvî dikir. Ji kamermanniyê heta bi nûçegihanî û edîtoriyê li gelek qadan xwedî tecrûbe bû. Dem bi dem bername jî çêkir. Li her qada çapemeniyê kar kir, bi gelek berpirsyariyan rabû.

Yek ji taybetmendiyên sereke yên Ezîz ew bû ku dilxwazê perwerdekirina mirovên li derdora xwe bû. Wî tecrûbeyên xwe parve dikir û hewl dida mirovan bi pêş ve bibe. Bi vî rengî tevkarî li gihîştina gelek rojnamevanan kir. Gelek hevalên me yên ku îro bi saya wî gav avêtin nava vê qadê, kar dikin. Mîrateya Ezîz Koyluoglû bi rêya rojnamevanên ku wî perwerdekiribû, dewam dike. Em demeke dirêj bi hev re man. Piştî sala 2005’an li Hewlêrê em bi hev re xebitîn. Ezîz jîr û jêhatî bû; di demeke kurt de hînî ziman dibû û dikarîbû têkiliyê bi mirovan re dîne. Bi saya vê taybetmendiya xwe li Hewlêrê hem di têkiliya bi mirovan re hem jî di mijara ziman de alîkariyeke mezin da me. Bi medyayê re timî di nava têkiliyê de bû û şîrove dikir. Pêşdîtina wî û hêza wî ya şîrovekirinê her roj hîn bêhtir bi pêş diket. Meraq dikir; her tişt dişopand û şîrove dikir. Li mirovan guhdarî dikir, çapemenî dişopand û ev dane şîrove dikir. Dema ku mirov bala xwe bidin ser şîroveyên wî yên dema dawî, tê dîtin ku pêvajoya çiqasî rast nirxandiye û berê dîtiye.”

Rojnamevan Nîhat Kaya diyar kir ku dewleta Tirk bi rengekî aşkere êrîşî wan rojnamevanên çapemeniya Kurd dike û wiha domand: “Hin rojnamevan bi êrîşên hewayî, hinek jî bi rêbazên cuda hatin qetilıkirin. Ji Apê Mûsa û vir ve êrîş dewam dikin. Di nava sala dawî de gihîşt asta herî bilind. Di 23’ê Tebaxa 2024’an de hevalên me Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatin qetilkirin. Ev êrîş bi zanebûn û bi armanc hatin kirin. Baş dihate zanîn ku rojnamevan bûn. Armanc bêdengkirina mirovan bû.

Wê demê hevalê me Ezîz jî li Silêmaniyeyê bû. Hevalên me Gulistan û Hêro li vê derê hatin qetilkirin; ev yek êrîşek li ser civata çapemeniyê ya li Başûrê Kurdistanê bû. Lê belê hevalê me Ezîz li hemberî vê helwdana tirsandinê bêdeng nema. Di nava hefteya ku komkujî hate kirin tevlî bernameyê bû, axivî û şîrove kir. Dewleta Tirk û mejiyê wê yê faşîst nekarî hevalê me Ezîz bêdeng bike. Di 19’ê Kanûna 2024’an de li Rojava hevalên me Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi heman rêbazê bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî hatin qetilkirin. Ev bûyer tesaduf an jî qeza nîne; bi zanebûn hatin qetilkirin. Herî dawî hevalê me Ezîz bi heman rêbazê hat şehîdxistin.”

Nîhat Kaya anî ziman ku ji ber wêneyên hevalên wan ên rojnamevan ên hatin qetilkirin li ser dîwarê wan cih nemaye ku daliqînin û got, “Mixabin nerazîbûneke mezin nayê nîşandan. Divê neyê jibîrkirin, ku her bêdengî hebe wê dor bê her kesî. Her ku bêdeng be, yên ku li hemberî vê desthilatdariyê hebûna Kurdan qebûl dikin jî divê zanibin ku wê bibin hedef. Niha bi taybetî CHP û rojnamevanên muxalîf eger hêdî hêdî têne girtin, sedema bingehîn a vê yekê xwedîderneketina wan a li pirsgirêka Kurd û rojnamevanên Kurd e.

Eger muxalefet bi rastî jî dixwaze xwedî li wan derkeve, divê xwedî li hevalên me derkeve ku îro têne qetilkirin. Ev rewşa ji ber xemsariyê eger ji holê neyê rakirin, qanûnên gerdûnî yên azadiya fikirî nikarin bêne parastin. Ji bo parastina van nirxan, divê mirov li gorî wijdan û qanûnan tevbigerin û cihêkariyê nexin navbera rojnamevanan. Dewleta Tirk êrîşî rojnamevanan dike, lê belê muxalefet û derdorên ku xwe çepgir pênase dikin bêdeng dimînin. Ev bêdengî dibe sedem ku êrîş hîn zêde bêne kirin.”

Nîhat Kaya destnîşan kir ku Ezîz Koyluoglû, Seyît Evran û hevalên wan ên din ji bo ronîkirina rastiyan gelekî hewl dan û got, “Ji bo vê nûçe, dosya amade kirin û bernameyên nîqaşê çêkirin. Ev kar civakê ronî dike. Lê belê ev rewş desthilatdariyê û hêzên tarî aciz dike. Dawiya dawî hevalê me Ezîz hat qetilkirin. Hem ji bo kevneşopiya çapemeniya azad, hem ji bo gelê Kurd, hem ji bo derdorên çep û sosyalîst hem jî ji bo her kesên li Tirkiyeyê xwe muxalîf dibînin, şehadeta hevalê me Ezîz Koyluoglû windahiyeke mezin e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar