Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Rojnameya Îngilistanê bikaranîna çekên kîmyewî piştrast kir

Rojnameya Mornîng Star a Îngilistanê derbarê bikaranîna çekên kîmyawî ya li dijî gerîlayên azadiyê de nûçeyek weşand. Rojnamegeyê bikaranîna çekên kîmyawî ya ji aliyê artêşa tirk ve li hemberî gerîlayên azadiyê bikaraniye, bi belgeyan piştrast kir

Navenda Nûçeyan |

Êrîşên dewleta tirk a dagirker ên ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê dewam dikin. Berxwedana dîrokî ya gerîlayên azadiyê jî bi biryardarî dijî dagirkeriyê dewam dike. Artêşa tirk a ku nikare xwe li hemberî berxwdana dîrokî ya gerîla rabigre, rê û rêbazên qirêj bi kar tîne.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan jî di 15’ê gulanê de ragihand ku dewleta tirk a ku êrîşî Qadên Parastinê yên Medyayê dike û nikare li hemberî berxwedana gerîla li ber xwe bide, li herêmên lê dixitimin, çeka kîmyewî bikar tîne.

Rojnameya Îngilistanê Mornîng Star, derbarê bikaranîna çeka kîmyawî ya dijî gerîlayan de nûçeyek weşand.

Di nûçeya rojnameyê hat dayîn de, hat diyarkirin ku artêşa tirk di 3’yê gulanê de li herêma Avaşînê li dijî gerîlayên HPG’iyan çekên kîmyewî bi kar aniye. Rojnameyê ev îdîaya mijara gotineyê jî, bi hevdîtinên bi rayedarên KCK’ê yên derbarê mijarê de hatibûn kirin û wêneyên HPG’iyên di operasyonê de jiyana xwe ji dest dayîn, pişt rast kir.

Berdevkê KCK’ê Zagros Hîwa ji rojnameyê re axivî û wiha got: “Me dît ku di canê şehîdan de, tu birîn tuneye. Ev jî dide nîşandan ku hêzên tirk di êrîşan de çekên kîmyewî bi kar anîne.”

Endam û Rêveberên KCK’ê gelek caran ji bo lêkolînkirina îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî, bang li hemû sazî û dezgên navneteweyî kirin ku biçîn herêmê û lêkolîn bikin.

Di heman nûçeya rojnameya Mornîng Star de, wêneyên cenazeyên HPG’ê yên ku bi erdê ve hatine kaşkirin jî hatiye dayîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar