Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Rojnameya Morning Starê girtina Aslan di rûpela xwe ya yekemîn de da

Rojnameya Morning Star a Îngîlîzî, girtina nûçegihanê MA’yê Mehmet Aslan di rûpela xwe ya yekemîn de serwîs kir

Navenda Nûçeyan

Rojnameya Morning Star a li Îngîlîstanê weşanê dike, rewşa nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan ê ku di çarçoveya lêpirsîneke de hat binçavkirin û piştî 4 rojan bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin, di rûpela xwe ya yekemîn de serwîs kir. Di nûçeya Morning Starê re de ev tişt hatin gotin: “Ajansa Mezopotamyayê ji ber israra xwe pêkanîna erka nûçegihantiyê û derxistina rastiyên sûcên li dijî gelê kurd ên li welat, rastî tacîz û zilma dewleta tirk tê.”

‘Bûyerê Şiban û Tûrgût derxist holê’

Rojnameyê di dewama nûçeya xwe de, behsa girtina nûçegihanên MA’yê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr ên bûyera li Şaxa Wanê ku leşkeran du welatiyên bi navê Servet Tûrgût û Osman Şîban ên ji helîkopterê avêtibûn, derxistin holê jî kir û wiha domand: “Du nûçegihanên ajansê, ji ber ku binpêkirinên mafên mirovan ên li bajarê Wanê kirin nûçe, hatin girtin. Biryardariya wan, bûyera Osman Şiban û Servet Tûrgût ên ji aliyê eskerên tirk ve ji helîkopterê hatibûn avêtin, derxist holê.”

‘Tirkiye girtîgeha rojnamegeran e’

Di dawiya nûçeyê de wiha hat gotin: “Tirkiye weke girtîgeha rojnamegeran tê pênasekirin. Ji ber ku dewleta tirk bi israr dibeje xebatkarên medyayê yên girtî tuneye, pir zore ku mirov xwe bigihîne hejmara rast. Lê rêxistinên kurd diyar dikin ku nezî 200 rojnameger girtîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar