Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Rojnameyeke Îtalî bi wêneyê Rêber Ocalan bersiv da Sefîrê Tirk

Sefîrê tirk ji ber rojnameya Îtalî Corriere della Sera nivîseke Antonio Ferarî ya derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de weşandibû, nerazîbûn dabû nîşandan. Rojnameyê weke bersiv li gel nivîseke kurt ji gotara Ferarî, wêneyê Rêber Ocalan ji manşetê da

Navenda Nûçeyan

Nivîsa nivîskar Antonio Ferararî ya bi navê, “Ji Ocalanê cezayê heta heta girtî, pirtûkên girtîgehê” 13’ê kanûnê de di rojnameya Corriere della Sera de hatibû weşandin. Ferarî ku piştgirî daye kampanyaya “Azadî bo Ocalan”,  di nivîsê de Rêber Ocalan dişibîne serokkomarê 7’emîn yê Îtalyayê Sandro Pertînî ku pêşengiya tevgera berxwedana Îtalya, li dijî faşîzma Mussolînî dike.  Ferarî sala 1993’an li Beka’yê serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiribû û çavdêriyên xwe bi gotarek, li gel dîmen weşandibû.

Rojname ku ji sala 1986’an ve bi dirûşma ‘Fikrên azadiyê’ derdikeve û digihije girseyeke zêde, ji ber weşandina gotara Ferarî ya li ser Ocalan, rastî nerazîbûn û tawanbariya Sefîrê tirk Murat Salim Esenlî hat. Sefîr Esenlî ji bo berpirsê rojnameyê nameyek nerazîbûn û tawanbariyê nivîsî û careke din heqaret li kurdan û PKK’ê kiribû.

Rojname piştî vê nameya tijî tawanbarî û heqaret, bersiveke watedar da  Sefîrê tirk Esenlî û wêneyê Rêberê Gelê Kurd ji manşetê da. Li gel wêneyê Rêber Ocalan, beşeke kurt a ji gotara Ferarî ya li ser Ocalan, li gel peyama, “Em li pişt gotina xwene” da.

Di nivîsa bersivê de wiha tê gotin,“Min texmîn dikir piştî gotar û dîmenê derbarê girtina neheq ya Abdullah Ocalan de wê rastî nerazîbûna Tirkiye were. Li pişt her nivîseke xwe ya di oxira eşqa ji heqîqetê re hatiye nivîsandin. Me lîderên tirk-kurd li Îtalyayê pêşxwazî kir. Serokkamarê tirk Turgut Ozal, îqna bibû diyalogeke adil û ciddî li gel Ocalan bide destpêkirin. Hem ji bo min hem ji bo piraniya Îtalî û Ewropiyan, Ocalan mexdûreke bi neheqî zilim lê tê kirine.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar