Rojnamegerên başûrê Kurdistanê aşkera kirin ku li herêma Kurdistanê rojnameger di rewşa herî xeternak de ne
Li Herêma Kurdistanê heta niha gelek rojnameger hatin binçavkirin û piraniya wan ne gorî yasaya taybet a karê rojnamegeriyê tên dadgehkirin. Hinek rojanameger bi yasayê cezakirinê ya Iraqê tên dadgekirin. Di vê çarçoveyê de 4 meh in nûçegihanê ajansa Rojnewsê Zûber Biradostî hatiya binçavkirin hîn nehatiye dadgehkirin. Ev jî bûye sedema fikarên rojnamegeran. Li ser mijarê rojnamegerên Hewlêrê axivîn û aşkera kirin ku rojnameger di rewşa herî xeternak de ne.
Rojnameger Hezar Enwer diyar kir ku di tu demî de weke niha li Herêma Kurdistanê metirsî li ser rojnamegeran çênebûye û wiha got: “Bi awayekê dixwazin yasaya rojnamegerî sererast bikin. Sendîkayên rojnamegeran jî bi niyet e ku di pêşerojê de meclisekê ava bikin ku bikarin bi awayekê rojnamegeran bêdeng û bend bikin.”
Di axaftina xwe de Hezar da zanîn ku rewşa ku niha rojnameger têde ne bi taybetî girtina bê biryara dadwer, tişteke metirsîdar e û ev tişt anî ziman: “Her wiha gelek caran, ji bo çend rojan radigirin û piştre berdana wan li ser me hemûna dikin minet. Wiha lê hatiye ku yekane cihê ku niha rojnameger hawara xwe bigihînê qada navneteweyî ye.”
Girtin, lêdan û kuştin bûye pîşeya desthilatdariyê
Di heman mijarê de rojnameger Îmran Emîr jî destnîşan kir ku li Herêma Kurdistanê karê rojnamegeriyê gelek metirsîdar e û kuştin, lêdan û girtin bûye pîşeyê desthilatdariyên Herêma Kurdistanê û wiha got: “Ew yasaya ku di berjewendiyên rojnamegeran de ne binpê dikin û pêk nayînin.”
Îmran da zanîn ku binçavkirin û girtina rojnamegeran bûye diyarde û wiha domand: “Em dibînin ku roj bi roj rojnameger zêdetir di girtîgehan de dimînin. Rojnamegerên ku aqûbata wan nediyar hene. Rojnameger hene li cihên ku kar dikin tên revandin û şehîdkirin. Ev hemû ji bo rojnamegeran cihê metirsiyê ye.”
Gelek rojnameger hatine girtin
Hêjayî gotinê ye ku di 21’ê tebaxê de nûçegihanê ajansa Rojnewsê Zûbêr Biradostî li herêma Biradost ji aliyê hêzên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve hate binçavkirin, heta niha nehatiye dadgehkirin û nayê zanîn ku ji ber çi hatiye binçavkirin. Her wiha di demên dawiyê de gelek rojnamegerên din jî hatine binçavkirin. HEWLÊR