Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Rojnemevan Berekat: Wê Sûriyeyê bikin 4 parçe

Rojnemevan Ekrem Berekat bdiyar kir ku dli gorî tevgera li herêmê tê kirin diyar e ku wê HTŞ bi van êrîşên xwe sînordar nemîne û wiha got: “Demografiya herêmê tê guhertin. Ev hemû sûcên şer in. Berê jî digotin ku wê Sûriye bibe çar parçe. Parçek yê Dûrziyan, yek yê Kurdan, yek yê Şîî, yek jî yê Sûniyan. Planên ku ji bona Sûriye danîn niha dixwazin pêk bînin.”

Çeteyên Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) ên dewleta Tirk a dagirker 26’ê Mijdarê êrîşî Helebê kir û rê li ber karesateke mirovî vekir. Rojnamevan Ekrem Berekat rewşa herî dawî ya li heremê diqewime ji Ajansa Welat re vegot.

Ekrem Berekat diyar kir ku şerê li Sûriyeyê ji nişkê ve derneket û wiha got: “Ev şer girêdayî şerê li Rojhilata Navîn tê qewimandin. Şerê cîhanê yê sêyemîn e. Çeteyên berê xwe dan Helebê di çar seatan de dagir kirin. Taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê di destê xelkê de man. Ji ber ku ev tax ji destpêka aloziya Sûriyeyê û vir ve di destê xelkên herêmê de bûn. Heta niha jî gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li ber xwe dide. Piştî Helebê ev çeteyan erişên xwe birin ser Til Rifat, Şehba û gundên dikevin rojavayê Helebê. Êrîşên xwe bi rengekî hovane pêk anîn. Di xwestin qetlîamekê li ser gelên heremê pek bînin.”

Ekrem Berekat diyar kir kû HTŞ ne hêzek ji heremê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dîmenên ku derketin holê dîmenên nijadperest in. Mirov dikare bêje HTŞ wek Hizbullaha sûnî ye. Em jî wek ragîhandina azad, em ê bûyerên li heremê diqewime bi raya giştî re parve bikin. Lê raya giştî li hemberî komkujiyan bêdeng e. Demografiya herêmê tê guhertin. Ev hemû sûcên şer in. Niha dixwazin Rojhilata Navîn a nû çêbikin. Li gorî tevgera li herêmê tê kirin diyar e ku wê HTŞ bi van êrîşên xwe sînordar nemîne. Berê jî digotin ku wê Sûriye bibe çar parçe. Parçek yê Dûrziyan, yek yê Kurdan, yek yê Şîî, yek jî yê Sûniyan. Planên ku ji bona Sûriye danîn niha dixwazin pêk bînin. Em ê di rojên pêş me de bibînin ku wê çawa bibe. Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her kes ji bona parastina gel ketiye nava tevgerê. Her kes ji di seferberiyê de ye. Di xeta netewa demokratîk de têkoşîn dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar