Di dema çareseriyê de rola çapemeniyê pir girîng e. Hem dikare pêvajoyê xera bike û bêtir kaosê zêde bike, hem jî dikare rê li pêş kaosê û aloziyan bigire û bêtir bihêle ku her tişt di nava ronahî û heqîqetê de pêş bikeve. Di vê dema ku heyet çû Îmraliyê û peyam ji Rêber Abdullah Ocalan re anî, rol û rista çapemeniyê ew e ku gel rast agahdar bike. Saziyan û rêxistinên civakî û demokratîk rast agahdar bike ku ew jî karibin rast rola xwe bilîzin.
Çapemenî divê heta niha kîjan aliyan çi şaşî û kêmasî kirine, şênber bike û li pêş çavan raxe. Divê em wekî xebatkarên çapememeniya azad ji destpêka ku PKK hat damezirandin heta niha, hewldanên Rêber Abullah Ocalan ên ji bo çareseriyê yek bi yek lêkolîn bikin û bi raya giştî re parve bikin. Dîsa divê em astengiyên li pêş aştî, çareserî û diyalogê hatine avakirin yek bi yek bibînin û li pêş çavê raya giştî teşîr bikin.
Ji salên 1990’î heta niha gelek caran Rêber Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya aştî, demokrasî, wekhevî û edaletê çareser bike, hem bi rêya çapemeniyê, hem jî bi rêya heyetan û qasidan, bi rayedar û erkdarên dewletê re parve kir. Bang li erkdar û rayedarên dewletê kir û xwest bêyî şer vê meseleyê çareser bike.
Ji bo çareseriyê gelek caran gavên şênber avêt. Rêber Abdullah Ocalan gelek caran ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane, agirbestên yek alî îlan kir. Gelek caran pêşniyarên diyalog û muzakereyan kir. Lê her carê bi şiklekî ev hewldanên Rêber Abdullah Ocalan bi lîstik, provokasyon û planên cuda hat xerakirin. Tevî hemû astengî, lîstik û kemînan, Rêber Abdullah Ocalan di çareseriya aştiyane û demokratîk de israr kir, hin caran şerê yek alî rawestand, hin caran hêza xwe ya leşkerî paşve kişand, hin caran leşkerên ku di destê gerîla de dîl hatibûn girtin serbest berdan, lê tu carî rayedarên dewletê û hikûmetê ji bo çareseriya demokratîk gavên şênber neavêt. Li şûna gavên şênber her dem kemîn li pêşiya tevgera azadiyê danîn û xwestin hêza Rêber Abdullah Ocalan lawaz bikin.
Di 1999’an de dema Rêber Abdullah Ocalan dîl hat girtin, tevî şertên dijwar dîsa bang li PKKê kir ku ji bo çareseriya demokratîk hêza gerîlla paşve vekişîne. Lê her çend gerîla hêza xwe ji Tirkiyeyê kişand jî, li aliyê din artêşa tirk ev yek ji bo xwe firsend dît û bi sedan ciwanên Kurd şehîd kirin.
Planên dewletê yên li dijî çareseriyê yên herî şênber avakrina qereqol û kaleqolan bû. Di pêvajoya 2013-2015’an de dema Rêber Abdullah Ocalan xwest êdî diyalog û muzakereyan pêş bixe û li şûna çekan bi rêya muzakereyan pirsgirêkê çareser bike, di vê pêvajoyê de rayedarên dewletê li seranserî sînorê Bakurê Kurdistanê qereqol û kalekol ava kirin. Li hemû bajarên Kurdistanê MOBESE bi cih kirin. Bênavber siyasetmedarên Kurd bi operasyonên qirkirinê hatin girtin. Girtiyên nexweş cenazeyên wan derketin. Girtiyên nexweş serbest nehatin berdan.
Niha jî em dibînin hin niqaş tên kirin. Ji destpêka Cotmehê heta niha hikûmet û li ser navê dewletê Dewlet Bahçelî qala aştî, xwişk û biratiya Kurdan dike. Qala mafê hêviyê û tecrîdê dike. Dixwaze ku Rêber Abdullah Ocalan bê li meclisê biaxive. Bêguman ev girîng in. Di van 2-3 mehên dawî de Dewlet Bahçelî li aliyekî qala hezkirina gelê Kurd û Tirk kir, qala aştiya navxweyî ya bi gelê Kurd re kir, xwest Rêber Abdullah Ocalan li meclisê biaxive û ji mafê hêviyê sûdê bigire. Lê li aliyê din din tecrîd, tayînkirina qeyûman berdewam kir. Tenê di 23’yê Cotmehê de Omer Ocalan çû Îmraliyê hevdîtin kir. Piştî 2 meh şûnde heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê hevdîtin kir. Ji 2 mehan carekê hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan dê çiqas karibe rê li pêşiya vê pêvajoyê veke. Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê çiqas karibe rê li pêşiya çareseriyê veke. Bernedana girtiyên nexweş, ferzkirina “Poşmantiyê” ya li ser girtiyên ku 30-31-32 sal in girtî ye, dê çiqas pirsgirêkê çareser bike Girtina rojnamegeran wê çiqas pirsgirêkê çareser bike. Neqebûlkirina mafê heviyê wê çiqas pirsgirêkê çareser bike. Înkarkirina ziman, çand, nasname û mafê perwerdehiya bi Kurdî dê çiqas pirsgirêkê çareser bike. Çareserî dualî pêş dikeve. Ku aliyekî gavên çareseriyê avêt, divê aliyê din jî gavan bavêje. Ev gavên tên avêtin divê hemû gelê Tirkiyeyê ji vê yekê agahdar be. Dîsa astengiyên tên pêşxistin jî divê dîsa hemû gelê Tirkiyeyê jê agahdar be. Ev yek jî wê bi rêya çapemeniyê bê kirin. Divê çapemenî pêvajoyê ji nêzîk ve bişopîne û hemû hûrguliyan bi raya giştî re parve bike. Kîjan alî gavên çawa davêje, kijan alî astengiyên çawe derdixe divê ronî bike û bi raya giştî re parve bike.