Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Cumartesi - 15 Şubat 2025

Ruhanî: Amerîka ji bo herêm û cîhanê gefeke mezin e

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî diyar kir ku Amerîka ji bo aramiya herêm û cîhanê gefeke mezin e

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî di civîna Teşkîlata Hevkariya Şangayê ku li bajarê Bişkek ê Kirgizistanê pêk hatî, axivî û bertek nîşan da ku DYE’yê li kendavê êrîşa li ser du keştiyan pêk hatî Îran sûcdar kiriye.

Ruhanî diyar kir ku di du salên dawîn de hikûmeta Amerîkayê di nav helwesteke êrîşkar de ye û destnîşan kir ku Amerîka bi binpêkirina hemû pîvanên navneteweyî gel li aramiya hemû cîhanê dixwe.

DYE, ji ber êrîşa ku roja pênşemê li Kendavê li hemberî du keştiyan pêk hatî, Îranê berpirsyar dibine û Îran jî vê sûcdariyê red dike.

Rageşî her diçe zêdetir dibe

Rageşiya di navbera DYE û Îranê de her ku diçe zêdetir dibe. Hinek hewldanên ku rageşî nerm bibe hebin jî, encam nagire û rageşiya di navbera DYE, tifaka ereban û Îranê de her ku diçe zêdetir dibe.

DYE’yê gulana 2018’an piştî ku bi yekalî ji peymana nukleerî vekişiya, li dijî Îranê pêkanînên giran xistin meriyetê. Îran a bi vê pêkûtiyê bandoreke giran li aboriya wê kirî, van kiryarên DYE’yê weke ‘terora aboriyê’ bi nav dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar