Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Rûpel bi pirtûkên xwe balê dikişîne

Weşanxaneya Rûpelê bi pirtûkên xwe yên balê dikişînin ser xwe li 7’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê cihê xwe digire û bang li xwîneran dike ku bêtir bala xwe bidin ser pirtûkên kurdî

Li Amedê Fûara Pirtûkan bi beşdariya 130 weşanxaneyan û 220 nivîskar û helbestvanî ku tê lidarxistin di roja 4’emîn de dewam dike. Di nava rojê de li fûarê çalakî û şahiyên cûr bi cûr tên birêvebirin. Nêzî 20 weşanxaneyên kurd jî bi rengên xwe beşdarî fûarê bûne. Yek ji van weşanxaneyan jî Weşanxaneya Rûpel e. Weşanxane bi pirtûkên xwe yên balê dikişînin ser xwe dezgehên xwe ji xwîneran re vekiriye.

Pirtûkên li ser dezgehê Rûpelê tên dîtin giştî ji wan xebatên lêkolînê ne. Li ser dezgehên Rûpelê pirtûkên bi zaravayê kirmanckî (zazakî) jî hene.

Çend pirtûkên li ser dezgehên Rûpelê balê dikişînin wiha ne: “Le Monde diplomatique kurdî Gotarên Redaksiyona Kurdî 1, Le Monde diplomatique kurdî Gotarên Redaksiyona Kurdî 2, Le Monde diplomatique kurdî Arşîva Bîra Kurdan, Nameyên Nuredîn Zaza, Kulê 38î ya bi zaravayê kirmanckî ku behsa jenosîda Dersimê dike û Edebiyatê Fekkî yê Kirmanckî ya Herêma Sêwregê.”

Berpirsa Weşanxaneya Rûpelê Şenay Kumuz da zanîn ku ew bi pirtûkên xwe yên cuda hem bi zaravayê kurmancî û hem jî zaravayê kirmanckî li fûarê ne û ew dixwazin xwîner bêtir bala xwe bidin ser pirtûkên kurdî. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar