Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Rûsya: Peymana Idlibê pêk nayê

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov tekildarî Idlibê daxuyaniyeke balkêş da û diyar kir ku peymanên ku ji bo Idlibê bi Tirkiyeyê re îmze kirine pek nayên û ji ber vê rewşê Tirkiye hişyar kir

Gumanên Rûsyayê yên ji bo têkçûna peymana Idlibê ya di navbera wan û Tirkiyeyê de zêde dibin û piştî hefteyekê careke din ji ber piştgiriya wê bi komên çete re Tirkiye hişyar kir. Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku peymanên ku ji bo Idlibê bi Tikriyeyê re îmze kirine pêk nayên. Peskov da zanîn ku ev rewş gumanên wan û rejîma Sûriyeyê yên ji bo Idlibê zêde dike.

Hefteya borî beriya serdana serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a Rûsyayê jî berdevkê Wezarata Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova jî bal kişandibû ser heman rewşê û dabû zanîn ku rewşa Idlibê bi awayekî lez ber bi xerabûnê ve diçe. Piştî vê hişyariyê serdana Erdogan pêk hatibû û bi awayekî destvela ji Rûsyayê vegeriyabû.

Di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de di îlona 2018’an de li ser Idlibê peymanek hatibû îmzekirin. Li gorî vê peymanê diviyabû ku Tirkiye komên xwe yên çete ji herêmeke Idlibê vekişandina û herêmê bê çek bikirina. Lê li gel ku bi ser peymanê re çend meh derbas bûn jî hê herêm ji çeteyan nehatiye valakirin û ji herêmê li dijî rejîmê êrîş pêk tên.  MOSKOV

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar